DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Fatura darbeyê û OHAL'ê li kedkaran birîn

 
28 Tîrmeh
09:19 2016

STENBOL (DÎHA) - Kedkaran diyar kirin ku piştî hewldana darbeya leşerî hikûmetê OHAL îlan kir û fatûra darbeyê û OHAL'ê li kedkaran birîn. Kedkaran anîn ziman ku çareserî demokrasî û aştî ye.

Îxtîdara AKP'ê piştî hewldana darbeya leşkerî ku bi ser neket, bi lez û bez OHAL îlan kir û bêtir xwest îxtîdara xwe xurt bike. AKP'ê serî li rê û rêbazên dijdemokratîk da û 3 mehan li tevahiya Tirkiye OHAL îlan kir. Îxtîdarê piştî OHAL îlan kir vê carê dest bi jipeyvirgirtina karmend û kedkaran kir. Kedkaran diyar kirin ku darbeya leşkerî û darbeya sivîl tiv li hev bûye û faturaya darbeya leşkerî jî û OHAL'ê jî li wan hatiye birîn.

OHAL'ê ewil berxwedana karkeran kir hedef

Şaredariya Avcilarê ya CHP'î ewil karkerêş şaredariyê kirin hedef. Karkerê şaredariyê Şener Erensayın (46), anî ziman ku çawa ku OHAL ket meriyetê ewil konê wan ê berxwedanê rakir û dîsa vegeriyan darbeya 12'ê Îlonê. Erensayin, anî ziman ku hewldan û armanca wan aştî û demokrasiye, lê rastî hewldanên dijdemokratîk tên.

Karker Haydar Kantekin (48) jî anî ziman ku ji ber OHAL'ê nikarin çalakiyan pêk bînin û siloganan berz bikin û mafê wan ê çalakiyan tê binpêkirin.

Karker û xwendekarê Zanîngehê Feyyaz Murat (25) jî anî ziman ku bi hewldana darbeyê û îlana OHAL'ê kesên dijadperest hatin sorkirin û ev nîjadperest êrîşî wan dikin. Murat, bilêv kir ku ji ber nasnameya xwe ya Agirî êdî dê nikaribe kar jî bibîne.


Karker û oste Ozcan Edeş (37) jî anî ziman ku hewldana darbeyê û OHAL'ê mirov xistin nava fikaran û xwest ji bo çareseriyê bêtir gavên aştî û demokrasiyê bên avêtin.

Mehmet Kaya jî anî ziman ku ji ber hewldanên darbe û OHAL'ê karê wan tev rawestiya û êdî esnaf nikarin kar bikin. Ostayê hesin Rahim Buyuker jî anî ziman ku herî zêde karker û kedkar ketin bin bandora darbe û OHAL'ê.

(Mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN