DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li Dersimê beriya mîhrîcanê dê mîtîng bê lidarxistin

 
27 Tîrmeh
14:20 2016

DERSIM (DÎHA) - Li Dêrsimê beriya 16'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê, dê bi beşdarbûyîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi dirûşmeya "Ne derbe, demokrasî" mîtîngek bê lidarxistin.

Li Dersimê beriya Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê ku her sal bi awayekî kevneşopiyî tê li darxistin, dê bi beşdarbûyîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi dirûşmeya "Ne derbe, demokrasî" mîtîngek bê lidarxistin. Piştî mîtînga ku dê saet di 16.00'an de li Qada Seyîd Riza bê lidarxistin, dê bi beşdarbûyîna Pîr û Anayan saet di 18.00'an de li Jara Gole Çetûyê, 16'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê bê destpêkirin.

(red)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN