DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

HDP'ê nexşerêya xwe diyar kir

 
26 Tîrmeh
09:09 2016

HAYRÎ DEMÎR

ENQERE (DÎHA)
- HDP'ê di 23-24'ê Tîrmehê de civina Meclîsa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî pêk anî. Di civînê de biryara mîtîngên bi silogana “Ji darbekaran re na, demokrasî hema niha" pêk bînin da. Di mîtîngên ku ji Stenbolê dest pê kir û heta Amedê pêk bê dê daxwaza demokrasiyê derkeve pêş. Di heman demê de dê di bernameya mehekê de li 40 navendan civîn bê lidarxistin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 23-24'ê Tîrmehê de civîna Meclîsa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî pêk anî. Di civînê de biryara rêzemîtîng û rêzecivînan hat girtin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş dê beşdarî mîtîngan bibin. Di civînê de der barê pêşerojê de plan hatin kirin. HDP dê li dijî darbekaran dakevin qadan. Dîsa ji bo heyetekê bişînin Îmraliyê û heyetekê bişînin Qandîlê jî niqaş hat meşandin. Gel dê derkeve kolanan û li dijî darbe û OHAL'ê dê bertek û nerazîbûnên xwe bînin ziman. Dê bi tevlêbûna Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş
bi silogana “Ji darbekaran re na, demokrasî hema niha" mîtîngan pêk bînin. Di mîtîngên ku ji Stenbolê dest pê kir û heta Amedê pêk bê dê daxwaza demokrasiyê derkeve pêş. Di heman demê de dê di bernameya mehekê de li 40 navendan civîn bê lidarxistin. HDP, dê li Wan, Amed, Stenbol, Îzmir, Mêrsin û Dersim jî di navde li gelek bajaran mîtîngê pek bînin.
Bi tevêbûna wekîl, endamên meclisa partiyê dê mîtîng bên lidarxistin û di mehekê de li 40 navendên cuda dê civîn bên lidarxistin. Civîn dê di 30'ê Tirmehê de dest pê bikin û heta 24'ê Tebaxê berdewam bikin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN