DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Saziyên krediyan di pêvajoya şer de puanê Tirkiye daxist

 
26 Tîrmeh
09:06 2016

ENQERE (DÎHA) - Bi polîtikayên şer ên Tirkiyeyê re saziyên derecekirina krediyan puanên Tirkiye daxist. Saziyên puandayîna krediyan ku di serdema şer de puanên Tirkiye zêde kir, piştî polîtîkayên şer puanên Tirkiye daxist.

Li Tirkiyeyê piştî polîtîkayên şer, hewldana darbeya leşkerî pêk hat û îlankirina OHAL'ê ket meriyetê. Saziyên puandayina krediyan en wekî Standard&Poor’s (S&P), Fitch û Moody’s ku di serdema pêvajoya çareseriyê de puanên krediyên Tirkiye zêde kiribûn, piştî pêvajoya şer dest pê kir û piştî hewldana darbeya leşkerî û OHAL'ê puanên krediyên Tirkiye daxist.

Li Tirkiye piştî 15'ê Tîrmehê hewldana darbeya leşkerî, 20'ê Tîrmehê îlankirina OHAL'ê ket meriyetê saziya puandayinê S&P puanên Tirkiye daxist. S&P, puanên krediya Tirkiye ji BB+'an daxist BB'yê. Sedema vê yekê darbe û nediyariya rewşa siyasî nîşan da.

Piştre Fitch û Moody’s jî j bo Tirkiye biryara rawestandinê stend. Herdu saziyên ku li Tirkiye krediyê wan heye û bi qasî S&P bi hêsanî nikarin not aşkere bikin pişti biryara OHAL'ê kredî û razemeniyên li Tirkiye rawestand. Piştî puanên krediyên Tirkiye hatin daxistin, dê bibe sedem ku sazî û şîrketên dervê welat êdî li Tirkiye razemeniyê nekin. Ev jî dê darbeyek mezin li Tirkiye bide. S&P û Moody's ku di sala 1989'an de puanên Tirkiye heta “BBB” zêde kir, Di 5'ê Adara 1992'en de nota ku "Li Tirkiye razemeni dibe bê kirin" dabû. Saziyên S&P, di sala 94'an de dîsa puanîn Tirkiye daxist “BB”.

Saziya Fitchê di sala 94'an de puanê Tirkiye wekî “B” daxist. Saziyên ku piştî şer û di pêvajoya aştî u diyalogê de puanên Tirkiye wekî BB+ zêde kiribû. Saziyan piştî şer û derbeyê dîsa puanên Tirkiye wekî "BB" daxist û got zahmet e ku razemenî bê kirin. Bi vê yekê re êdî Tirkiye nikare ji derve qrêdî bistîne. Saziyên bazirganiyê edî dê li Tirkiye razemeniyê nekin.
Tirkiye dê xizan bibe û qîmetê TL dê dakeve. Betalî dê zêde bibe. Dê faîz zêde bibe. Dê Tirkiye bêtir mohtacî derve bibe.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN