Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Heyetekî bişînin Îmraliyê
ENQERE (DÎHA) - Piştî civîna Meclisa Partiyê ya HDP'ê encamnameya dawî ji raya giştî re hat parveklirin û hat gotin ku divê demil dest dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê anîn û di demek herî nêz de heyetek ji parêzer û malbatê pêk tê bişînin Îmraliyê, dê ev di gelek aliyan de bibe gaveke girîng.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 24'ê Tîrmehê de li Enqereyê civîna Meclisa Partiyê (PM) pêk anîbû û encamnameya civînê parve kir.
Di encamnameya dawî de gelek biryarên girîng hatin girtin, hat gotin ku Tirkiye di dîroka xwe de şkestekekî dijî û ev tişt hat gotin: "Cuntayeke leşkerî li dijî gel êrîş da destpêkirin û êrîşê parlamentoyê kir û xwest desthilatdariyê bixe destê xwe."
Tecrîdê bi dawî bikin
Di encamnameyê de li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hat sekinîn û hat diyar kirin ku divê tecrîd bê dawîkirin û demek ji ya din zûtir parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinekî pêk bînin, dê ev di gelek aliyan de gavên erênî bi xwe re bîne.
Di dawiya encamnameyê de bang li tevahî partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesên alîgirê demokrasî, aştî û kedê ne û di vê çarçoveyê de têkoşînê didin, hemû sazî, sendîka, odeyên pîşeyî, rêxistinên girseya siyasî, jin, ciwan, rêxistinên derûdorê, welatiyên demokrat ên xwedî wijdan hat kirin ku ji bo ewlehiya civakê û azadiyê di civaka demokratîk de cih bigirin û bi hev re têkoşînê bidin meşandin.
(ms)