DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji Şaredariya Qelqeliyê xebatek mînak

 
25 Tîrmeh
08:40 2016

WAN (DÎHA) - Şaredariya Qelqeliyê di Parka Aştiyê de kargeheke "Pêjgeha Xarinên Herêmî" vekir û teslîmî jinan kir. Jina bi navê Hasret Duşun a di mala xarinê de dixebite, da zanîn ku parka ku berê wekî cihê taştê yê mêran bû, niha bi saya projeyê ji bo jinan bûye cihê kar.

Parka Aştiyê ya ku ji hêla Şaredariya Qelqeliyê ya Wanê ve hat vekirin, di nava parkê de "Pêjgeha Xarinên Herêmî" hat vekirin û ev cih telsîmî jinan hat kirin. Parka ku berî 8 salan hatiye avakirin, di mala xarinê de xarinên herêma Wanê yên wekî Keledoş, Helîse, Avdew û xarinên cuda tên çêkirin.

Hasret Duşun ev salek e di xaringehê de dixebite, di saya mala xarinê de bûne xwedî kar. Duşun bi lêv kir ku ev park berê ne wiha bû û ev tişt got: "Ji derveyî mêran jin nedihatin vir. Berê wekî qehwexane bû û niha êdî jin jî têde dixebitin û jinên derve jî bi rihetî tên vir." Duşun aşkera kir ku ji bo xarina li pêşgehê gelek kes tê û wiha pêde çû: "Ji ber ku yên xarinê dipêjin jin in, gelekî pê bawer in jî. Li vir xarinên malê tên dîtin. Bi taybetî ji bo Keldoşê tên."

'Wekî qehwexaneya mêran bû'

Seroka Polîtîkaya Jinên Şaredariya Qelqeliyê Civaknas Neslîhan Şedal jî got ku berê vir wekî qehwexaneya mêran bû û ev tişt anî ziman: "Ji bo wê jî şaredariyê vir dewrî jinan kir. Li kêleka wê cihê xarinê jî hat vekirin û bi vê pêdiviyên xarinê jî tê pêşwazîkirin."

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN