DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Tuncel: Li dijî kurdan bi Ergenekonê re hevkarî hat kirin

 
25 Tîrmeh
08:38 2016

AZÎZ ORUÇ

AMED (DÎHA)
- Piştî hewldana derbeyê vala derket AKP'ya ku bi salan bû bi cemaetê re di nava hevkariyê de bû li dijî cemaetê operasyon da dest pê kirin, ji nû ve leşkerên girêdayî Ergenekonê anî ser kar. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel da zanîn ku piştî hevkarên bi AKP'ê li Kurdistanê li berxwedane qelibî, AKP ji nûve bi Ergenokonê re îtîfak ava kiriye.

Piştî maseya çareseriyê ji hêla Serokomarê tirk Erdogan ve hat rûxandin, heta niha bi hezaran kes hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn, baraj hatin rûxandin û bi hezaran welatî ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Bi kûrbûna şer re tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kûrkirin û ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve tu agahî ji Rêberê PKK'ê nayê girtin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel der barê geşedanên dawî de tespîtên balkêş kirin.

'AKP û Gulen 12 salan bi hev re bûn'

Tuncel da zanîn ku hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, ji ber polîtîkayên şerê li Kurdistanê ye, di pêvajoya çareseriyê de Ocalan ji çareseriyê re bingeh amade kiriye û gelek caran AKP û Serokomar Erdogan jî di aliyê derbeyê de jî hişyar kiriye. Tuncel li ser hevkariya AKP û Gulen a bi salan jî sekinî û aşkera kir ku wan 12 salan bi hev re welat bi rêve birine.

'Ocalan tespîta dewleta paralel kiribû'

Tuncel got "Birêz Ocalan di vê der barê de tespîtên rast û nirxandinên şênber kirine û rewşa heyî raxist ber çavan. Birêz Ocalan der barê dewleta paralel de Erdogan û AKP hişyar kiribû. Îro jî bi zelalî tê dîtin ev tevger di hemû saziyên dewletê de xwe bi rêxistin kiriye." Tuncel li ser rewşa OHAL'ê jî rawestiya û piştrast kir ku li Kurdistanê komkujî, rûxandin û rewşa awarte ji xwe bi mehan bû dihat meşandin û wiha pêde çû: "Hêj li Şirnex û Nisêbînê derketina kuçeyan qedexe ye. Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Gever û bi dehan cihên din hatin rûxandin. Mirv hatin şewitandin û herî dawî li tevahiya welat OHAL hat îlankirin."

'Cemaet çû Ergenekonî hatin'

Tuncel destnîşan kir ku kesên di 15'ê Tîrmehê de hewldan derbeyê pêk bînin, ew kesên ji hêla AKP'ê ve li Kurdistanê hatine pewyîrdarkirin bûn û diyar kir ku ev kes ji hêla Serokomar ve hatine xelatkirin. Tuncel da zanîn ku dê polîtîkaya dijberî kurdan berdewam bike û wiha pêde çû: "Niha bi Ergenekoniyan re hevkarî daye avakirin. Ev jî dide nîşan ku hêj mekanîka derbeyê di dewrê de ye. Tenê riyeke pêşî girtinê heye ew jî demokrasiya radîkal e."

'Çareseriya meseleya kurd li Îmraliyê ye'

Tuncel bi lêv kir ku çareserî li Îmraliyê bi pêş diket, lê Erdogan ev maseya çareseriyê rûxandiye û aşkera kir ku bi astengkirina hevdîtina bi Ocalan re bingeha xetereyeke gelekî mezin dide sazkirin. Tuncel got ku daxuyaniyên Wezîrê Edaletê wan têr nake û piştrast kir ku nêzîkatiya li dijî Ocalan, nêzîkatiya li dijî kurdan e.

'Em ê li dijî tecrîdê dakevin qadan'

Tuncel herî anî ziman ku ew ê li dijî derbeyê demokrasiya radîkal biparêzin û di rojên pêş de li qadan bin, bi hêzên demokrasiyê re aştî û azadiyê biqîrin. Tuncel diyar kir ku ew dê di 26'ê Tîrmehê de civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) pêk bînin û nexşeriyekî amade bikin, dê li dijî tecrîda li Îmraliyê bernameya çalakiyên xwe aşkera bikin. Tuncel derbirî ku ev pêvajo ne pêvajoya cihê xwe rûniştandinê ye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê em li qadan bin. Em dê bi hemû rêxistinên jina re têkoşîna xwe mezin kin."

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN