DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Li dijî tarîtiyê divê eniya demokrasiyê bê avakirin'

 
25 Tîrmeh
08:34 2016

ENQERE (DÎHA) - Hikûmeta AKP'ê piştî hewldana darbeyê ku bi ser neket, kêmasiya darbeyê temam kir û Tirkiyeyê bi rejîma darbeyê ve bi rêve dibe rastî nerazîbûnan tê, nûnerên partiyên siyasî yên li dijî pêkanînên OHAL'ê derketin xwestin li dijî tabloya tarî ya Tirkiyeyê bi lez eniya demokrasiyê bê avakirin.


Piştî hewldana darbeyê hikûmeta AKP'ê OHAL îlan kir û Tirkiyeyê bi rejîma darbeyê vê bi rêve dibe. Li hemberî pêkanîna AKP'ê Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Hevserokê Giştî yê Alper Taş nerazîbûn nîşan dan û der barê hewldana darbeyê û îlankirina OHAL'ê de nêrînên xwe parve kirin. Serokên Giştî diyar kirin ku piştî îlankirina OHAL'ê darbeya sivîl ketiye dewreyê û xwestin eniya demokrasiyê bê avakirin û dest bi xebatên xwe bike.

'Em nikarin bibêjin demokrasî hatiye parastin'

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan têkîldarî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê nirxandina "Bi pêşî girtina darbeyê ve em nikarin bibêjin demokrasî hatiye parastin" kir anî ziman ku AKP bi pêkanîna OHAL'ê ve sîstema ku dixwaze bi biryarnameyan bixe dewreyê. Gurkan wiha got: "Hikûmeta AKP'ê di bin navê têkoşîna li dijî darbeyê pevçûnên di nava xwe de veguherandiye hesapxwestinekî siyasî."

'Ya girîng bingeha darbeyê ji holê rakirin e'

Gurkan anî ziman ku ew dixwazin ji darbekaran hesab bê xwestin, bingeha ku darbeyê diafirîne rakirin bêhtir girîng e û wiha got: "Ji ber ku em dizanin ku darbe ji siyaseta welatên nedemokratîk bingehê dibînin û pêk tên."

'Tê xwestin muxalefeta civakî bê çewisandin'

Gurkan destnîşan kir ku bi OHAL a ku ji aliyê îxtidarê ve kete meriyetê ve li Tirkiyeyê muxalefeta civakî tê çewisandin û wiha berdewam kir: "Bêguman beşên civakê ku ji van polîtîkayan zirarê dibînin, nikarin li benda zirardîtinê bimînin. Ji ber vê yekê jî li dijî polîtîkayên paşverû têkoşîn xurtkirin û îradeya têkoşînê nîşan bidin."

Eniya demokrasiyê divê

Gurkan got ku li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê ji bo ku bi hevre têkoşîna hevpar pêş bixin tecrubeyeke wan heye li dijî tabloya tarî ya Tirkiyeyê divê bi lezgîn eniya demokrasiyê bê avakirin û torekî têkoşînê ya mayînde bê avakirin.

'Darbe wekî qanûna OHAL'ê hate pêşberî me'

Hevserokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş jî anî ziman ku ew bi darbeyeke sivîl re rû bi rû mane û wiha berdewam kir: "Hewldana darbeya sivîl wekî qanûna OHAL'ê derket pêşberî me. Heke darbeya leşkerî hate çewisandin ya ku bê kirin avakirina atmosfera demokratîk e. Lê dema ku mirov dinêre îradeya meclîsê hatiye tasfiyekirin."

Taş anî ziman ku divê muxalefeta civakî divê bi hevre têkoşîna hevpar bidin meşandin, bloka demokrasiyê bi lezgîn bê avakirin.Taş wiha got: "Dİvê em eniya demokrasiyê ya yekgirtî ava bikin. Em ê bi gavên şenber ve van hêzên demokrasiyê xurtir bikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN