DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Li zeviyan xeleta kedxwariyê ya havîn û zivistanê tê jiyîn

 
25 Tîrmeh
08:32 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Jinên ku li ber germahiya Çukurovayê berê xwe didin zeviyan ji bo li ser piyan bimînin hemû tiştan digirin ber çavan. Jinên ku ligel zor û zehmetiyên dijîn nikarin heqdestên xwe bigirin diyar kirin ku havîn û zivistanê di zeviyan de ne.

Li Mêrsînê ligel germahiya zêde jinên ku berê xwe didin zeviyan di bin şertên bêewlehî, zehmet de mecbûr dimînin bixebitin. Jinên ku tevahiya rojê li zeviyên garisan rastî kedxwariyê tên, li aliyê din jî ji ber peşiyan bi gelek nexweşiyan re rû bi rû ne. Jinên ku li ziviyan karê wan xilas dibe vê carê li malê dest bi xebatê dikin, ji bo zarokên xwe hemû zehmetiyan digirin ber çavan.

Serê sibehê zû berê xwe didin zeviyan

Jina bi navê Hatun Onder diyar kir ku serê sibehê hê roj ronî nabe ji bo garis kom bikin berê xwe didin zeviyan û wiha axivî: "Ji ber pirsgirêkên xwe yên aborî em dixebitin. Zarokên xwe didin xwendin, ji bo wan dixebitin. 3 keç û kurekî min heye. Hemûyan didim xwendin ji ber vê yekê jî mecbûr im bixebitim. Dema ku dibistan bikevin betlaneyê em bi keça xwe re li vir dixebitin."

'Havîn û zivistan em li zeviyê ne'

Jina bi navê Nuray Akcan jî anî ziman ku karê ku dikin zehmet e û heta êvarê dixebitin lê nikarin heqdestê xwe bigirin. Akcan wiha berdewam kir: "Ev 10 sal in vî karî dikim. Karê ku em dikin gelek zehmet e lê zarokên me biçûk in ji bo wan em mecbûr in bixebitin."Akcan destnîşan kir ku havînê garis, zivistanê jî lîmonan kom dikin, havîn û zivistan li zeviyan in. Akcan bilêv kir ku di germahiya nîvro de xebat zehmet e û wiha axivî. "Ji bo ku nemînin ber germahiya nîvro serê sibehê zû tên. Piştre garisan dibin bin siyê û li vir dikin paket."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN