Sektora ji ber şer û kaosê tune bû: Turîzm
ÎZMÎR (DÎHA) - Konsepta şer, teqînên qewimîn piştî hewldana darbeyê û OHAL'ê sektora turîzmê ku demsaleke baş derbas nekir anî asta tunebûnê. Bi betalkirina desturan ve turîzmvanên ku îsal hêviyên xwe li turîstîn cihî ve girêdabûn ew ji vegeriyan malên xwe. Karkeran gazincên xwe wiha anîn ziman: "Hêviya me ew e ku dê di demeke kin de aramî pêk bê. Heke ne wisa be dê rewş wehîm be."
Setkora turîzmê ya ku ji ber polîtîkayên neçareseriyê yên hikûmeta AKP'ê, şerê ku da destpêkirin rewşa wî ne baş bû her diçe xirabtir dibe. Li gorî daneyê re Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Îzmîrê aşkera kir di meha hezîrana 2015'an 146 hezar turîst hatine bajar lê hezîrana îsla ev hejmar ji sedî 50 kêm bû û bû 73 hezar kes. Di nava 6 mehan de jî par 425 hezar turîst hatine bajar, di 6 mehên 2016'an de jî ji sedî 41 kêm bûye û 249 hezar turîst hatine. Di turîzma kurvaziyerê de şîrketên mezin ji ber ku seferên xwe yên Tirkiyeyê betal kirin di ragihandina deryayê de jî ji sedî 88 kembûn çêbû, di demên dawî de bi peymanên hatine kirin de di ragihandina bi riyên hewayî jî ji sedî 38 kêmbûn derket holê.
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê, îlankirina OHAL'ê turîstên cihî jî herêmên turîzmê diterikînin. Betalkirina desturên xebatkarên cemaweriyê, ji ber rewşa kaosê ya welat li Bergama, Dîkîlî û Çandarliyê kêmbûn heye û ji ber vê yekê esnafên herêmê jî ji rewşê bigazinc in.
'Mirov kêm bûn'
Li plaja gel a Zeytîndagê ya li ser riya Dîkîlî-Alîagayê ligel ku sezon vebûye jî kargeh nikarin kar bikin. Kargerê bi navê Îsmet Yilmaz ê li heman herêmê li gundê betlaneyê aşxaneyê dixebitîne diyar kir ku li gorî par kêm kes tên. Yilmaz bilêv kir ku bitaybetî turîstên biyanî hema ku qet nayên, ligel ku li ser îlankirina OHAL'ê demeke kurt derbas bûye jî hejmara mirovên ku tên gelekî kêm bûye.
'Rewş wehîm e'
Li herêma Çandarliyê jî rewş li gorî herêmên cuda nîne. Kargerê bi navê Alî Demîral diyar kir ku piştî hewldana darbeyê û îlankirina OHAL'ê mirov hêdî hêdî li herêmê deterikînin û wiha axivî: "Tiştên diqewimin bandor li turîzmê jî kir. Ewil li welat kaos hate afirandin niha jî destur hatin betalkirin vî karger anîn asta têkçûnê. Em hêvîdar in dê di demeke kin de aramî pêk bê. Heke ne wisa be rewş wehîm e."
Welatiyê bi navê Hakan Başak ê ji bo betlaneyê hateye Dîkîliyê jî diyar kir ku piştî bûyera balafira rûs di turîzma Tirkiyeyê de rewşeke neyînî derketiye holê piştî bûyerên dawî jî rewş li holê ye. Başak got ku piştî OHAL'ê pêşdîtina wî ew e ku herêmên turîzmê vala bibin.
(sa)