'Girava Îmrali di venêrtiya kê de ye? ji Serokwezîr Yildirim pirsî
ENQERE (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Bêdlîsê Mizgin Irgat, der barê îdîayên têkildarî Îbraliyê û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de pirsa "Girava Îmralî hêj di venêrtiya Wezareta Dadê de ye?" ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim pirsî.
Wekîla HDP'ê ya Bedlisê Mizgin Irgat, têkildarî îdîayên der barê rewşa Îmraliyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi boneya bersivandina Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim pirsname da.
'Dîroka Tirkiye dîroka darbeyan e'
Irgat, diyar kir ku di sedema peşniyarnameyê de serdestiya hiqûqa darbeyê esas tê girtin û wiha got: "Di Komara tirkiyeyê de dema mirov lêkolîn bike dibîne ku dîroka Tirkiye dîroka darbeyan e.
Irgat dipirsnameya xwe de ev pirs ji Serokwezîr Binalî Yildirim pirsî:
"* Hikûmeta we herî dawî kengî çû Girava Îmraliyê?
* Abdullah Ocalan herî dawî kengî di kontrola tenduristiyê re derbas bû. Ger ku Abdullah Ocalan di kontrola tenduristiyê re derbas bûbe rewşa wî çawa ye. Hûn kenfî dikirin agahdar bikin?
* Bi rastî di şeva 15'ê Tîrmehê de tevgerek ber bi Girava Îmraliyê de çûye?
* Hêj Girava Îmraliyê di kontrola Wezareta Dadê de ye?
* Hêj girtiyên din li Îmraliyê ne? Ger ku ne li wir bin bi kuve çûne? Çend kes in?
* OHAL a 3 mehan li Tevahiya Tirkiye hatiye îlankirin dê bandor û pêkanîna wê li Girava Îmraliyê çawa be?
(mae)