DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demîrtaş: Xetereyên derbeyê ji holê ranebûne

 
24 Tîrmeh
10:05 2016

BURSA (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî xarina piştgiriyê ya partiya xwe ya Bursayê bû û der barê geşedanên dawî de axaivî. Demîrtaş da zanîn ku piştî komkujî, binpêkirinên mafan û herî dawî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, li welat tu aramî nema ye û ev tişt got: "Ji ber ku bi heqîqeta derbeyê re hevrûbûnek pêk nehat, hêj xetereya derbeyê ji holê ranebûye."

HDP'a Bursayê bi berşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Salona Dawetê ya Atalay xarineke piştgiriyê da. Demîrtaş bal kişand ser hewldana derbeyê û aşkera kir ku welat di rewşeke awarte re derbas dibe û got ev 30 sal in welat di binê derbeyê de ye.

'Bi heqîqeta derbeyê re hevrûbûn tune'

Demîrtaş got "xwezî ev derbeya herî dawî bûya" û piştrast kir ku dîroka Tirkiyeyê bi êş, wehşet û derbeyan derbas bûye û ev tişt got: "Li vî welatî tu demê di çarçoveya demokrasiya gelan de avabûnek nehatiye sazkirin. Hin kesan her dem xwe wekî xwediyê vî welatî hîs kiriye, ji ber wê jî hêj xetereya derbeyan bi dawî nebûye." Demîrtaş aşkera kir ku tu demê bi heqîqeta derbeyê re hevrûbûn pêk nehatiye, dê xetereyên derbeyê berdewam bikin.

Demîrtaş got ku ew dê li hemberî derbeyê jî û li hemberî cuntayê jî bisekinin û bi lêv kir ku ew dê li dijî derbeyên ku li hemberî gel û bombebaranên ku pêk tên di sekna xwe de tu tawîzan nedin.

Divê AKP xwe darizîne

Demîrtaş li ser hewlwesta AKP'ê jî rawestiya û destnîşan kir ku divê AKP her dem pirsa "me di ku de xeletî kir û me çawa ev wêrekî da wan ku ev rewş pêk hat" li xwe bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heta vê yekê nebersivînin û bi heqîqeta vê derbeyê re hevrû nebin dê ev xetere berdewam bike." Demîrtaş der barê meseleya kurd ya ji dema komarê heta niha berdewam dike de jî axivî û ev tişt anî ziman: "Meseleya kurd meseleya komarê ya herî dîrokî ye. AKP'ê jî ev qebûl kir û pêvajoya çareseriyê hat destpêkirin. Lê cihê ku pirsgirêk bê çareser kirin, şandin ber destê leşkeriyê. Heke di nava 2 sal û nîvekî de şer bihata qedandin, PKK'ê çek daniya, bajar ew qas nehatana rûxandin, dê generalên derbekar ew qas bi hêz bûna."

Demîrtaş diyar kir ku wan dema got "van tangan nexin kuçeyan" ew wekî "xayînê welat" hatine îlankirin û wiha pêde çû: "Piştî her xeletiyê serokomar got em hatine xapandin. Başe tu hatî xapandin wê demê ji vî gelê lêborînê bixwaze. Bi gotinên 'ez bi derbekaran re têdikoşim' anîna OHAL'ê destê derbekaran bi hêz dike. AKP'ê bi hevkariya leşkeran 500 hezar welatî koçber kirin, piştî xetere dîtin bi îşkenceyê ew avêtin girtîgehan."

'Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin'

Demîrtaş got ku heta lêborîn neyê xwestin dê dilê wan rihet nebe û wiha got: "Divê demil dest pêşî li makeqanûneke sivîl bê vekirin, divê di lîderên siyasî bi serokomar re kom bibin. Lê divê destpêkê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Divê hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk bê. Divê di nava vê kaosê de mafên bi hiqûqê pêk hatine bên dayîn." Demîrtaş piştî îlana OHAL'ê zerarên wêyên li ser civakê jî nirxand û ev tişt got: "Divê îşkence pêk neyê, darizandina adilane pêk were. Ew qas dibistan û hwd. tên girtin, heke daraza adilane pêk neyê dê edalet zerarê bibîne."

Demîrtaş destnîşan kir ku ji bo makeqanûneke demokratîk pêşniyara herî mezin HDP'ê kiriye û dema ev yek kiriye jî beyî ku tu berjewendiyî derxe pêş ev kiriye û ev tişt got: "Em dixwazin dest bidin hev aştî û wekheviyê saz bikin, welat derxin aramiyê."

Demîrtaş herî dawî bang li muxalefet û desthilatdariyê jî kir û got ew dikarin dest bidin hev û bi hev re makeqanûneke aştiyane derxin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hêviyên me ev in. Dema ev bibe em ê dest bidin, berovajiyê wê bibe jî em dê çong neşkînin. Rica min heye gelî birano, li Bursayê şovenên krîtîk hene. Hin kesên me taxrîk bikin dê derên. Kesên bixwazin elewî, sunî, kurd û tirkan li hev sor bikin, teqes rê nedin wan. Pêwistiya me ne bi neyartiyê bi biratî û wekheviyê heye. HDP ji bo vê xebatê dimeşîne."

Piştî axaftina Demîrtaş civîna li salonê bi dawî bû.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN