DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji bo jinên Mêrdînê gavekê mezin: Mala Jinê ya Çîçek

 
24 Tîrmeh
09:05 2016

MÊRDÎN (DİHA) - Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê ji bo ku hêza jinê ya di nava civakê de xurt bike li taxa Îstasyonê mala jinê vekir. Li vê derê dê jin him di aliyê aboriyê de bêjin 'em jî hene' him jî dê ji berhemên heremê yên weke sabûn, berik, hunerên destan û rûnên xwezayî çêbikin.


Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê ji bo ku jinan bikişîne nava hilberîna aborî, projeya Mala Jinê ya Çîçek da destpêkirin. Şaredariyê li taxa Îstasyonê mala jinê vekir û li vê derê dê jin him di aliyê aboriyê de û him jî di aliyê xwe rêxistinkirin, fêrbûna kar û çêkirina hin amûran xwe pêş bixin.

'Dê amûrên winda dabin hilberînin'

Hevşaredara Artukluyê Sevînç Bozan têkîldarî vekirina Mala Jinê ya Çîçek ji ajansa me re axivî. Bozan diyar kir ku wan mala jinê ji bo ku jinan bikişînin nava bidestxistina ekonomiyê vekirine û wiha axivî: "Me biryara tiştên ku li vê malê werin çêkirin jî cardin li gorî çand heremê bijart. Jin li vê derê berik, sabûn, rûnê xwezayî û amûrên karên destan fêr bibin û van tiştan li vir çêbikin. Me li ser amûrên çanda heremê yên ku ber bi tunebûnê ve diçin hin lêkolîn kir û bi hev re biryara van tiştên ku bên hiberînandin girt."

Hemû tişt dê bi keda jinê çêbibe


Bozan aşkere kir ku tiştên ku li gundan ji aliyê jinan ve hatine çandin dê ji aliyê jinên Mala Çîçek a Jinan were berhevkirin û vegurandina şelaqê were kirin. Bozan diyar kir ku tiştên ku dê hilberîna wan were kirin ji dema çandiniyê heta firotinê dê di destê jinan re derbas bibe û axaftina xwe wiha domand: "Jinên li vir dixebitin diçin gundên derdorê û li van gundan gulên ku ji aliyê jinan ve hatine mezinkirin dikirin. Piştre van gulan tînin vir û şelaqê ji wan derdixînin. Ji kizwan sabun, ji gulan jî şelaq tê çêkirin. Cardin li vir berik û hin amûrên karên destan tên çêkirin."

'Em ê keda jinê derxin pêşberî çavan'

Bozan herî dawî got ku ew dê ji destê jinên ku li malên xwe rûniştine jî hilberînan bidin çêkirin û axaftina xwe wiha bidawî kir: " Em ê keda jinê derxin pêşberî raya giştî. Keda jinê ya nayê dîtin bi vê xebatê em ê hebekî din bidin xuyakirin. Bi çend koman dê stajên me yên fêrkirina çêkirina hilberînan destpê bike."

'Hemû hilberînên me ji tenduristiyê re baş in'

Xebatkara Mala Jinê ya Çîçek, Berîvan Kereltî (30) jî diyar kir ku sabûnên ku hilberîneriya wan dikin bi giştî xwezayîne û wiha got: "Em ji kizwan û gulan sabûnan çêdikin. Tiştên ku em çêdikin bi giştî xwezayî ne. Hemû hilberînên me ji bo tenduristiya mirovan baş in. Em ê her demê hîn bêhtir jinan bikişînin nava aboriyê. Em li vê derê alîkariyê didin hev û bi hev re hemû karan dikin."

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN