DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên parêzer: Dê têkoşîn bibe derketina ji tarîtiyê

 
24 Tîrmeh
09:03 2016

ENQERE (DÎHA) - Parêzera OHD'ê Nuray Ozdogan der barê hewldana derbeyê de axivî û da zanîn ku divê li hemberî şer, têkoşîna aştiyê bi piştgiriya jinê bê meşandin û ev tişt got: "Tevgereke civakî ya ku têkoşîna rizgariya jinê esas negire, dê bi tu awayî demokrasiyê neyne. Îro serkeftina şoreşa Kobanê servaniya jina azad e."

Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê hemû OHAL hat îlankirin, rewşa awarte ya ku bandorê li ser hemû civakê dike, di serî de jin hedef tê girtin. Komên nijadperest ên ku berdan kolanan, bi gotinên zayendî êrîşî jinan kirin, bi biryara OHAL'ê re êrîşeke nû hatiye destpêkirin. Jinên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD), bang li jinan kirin ku li hemberî gotinên zayendî xwe di malan de hepis nekin.

'Jin di binê xetereyê de ne'

Endama OHD'ê Nuray Ozdogan, bi lêv kir ku komên piştî hewldana derbeyê derketin kolanan, li hemberî jinan êrîş pêk anîne, bi biryara OHAL'ê re xetereyeke mezin li benda jinan e. Ozdogan got derbe tevgerên civakî nikare bêdeng bike, lê her dem pêşengên tevgerê civakê yên wekî jin hedef tên girtin.

'Pêvajoyeke zehmet dest pê dike'

Ozdogan aşkera kir ku jin dema faşîstên li kolanan dibînin, dê çi li xwe bikin wê difikirin û wiha got: "Desthilatdariya heyî her dem bi van rêbazan dixwazin kesên wekî DAIŞ'ê li kuçeyan bin û van kesan beyî ku ceza bikin wan xelat dikin."

'OHAL qada şidandina ya dewlete ye'

Ozdogan bi lêv kir ku bi îlana OHAL'ê re gelek binpêkirinên mafan xwe dane der, biryara OHAL'ê di makeqanûnê de rêveberiyeke demborî ye. Ozdogan got ku OHAL li bajarên kurdan, tê wateya bêhiqûqî, binçavî, girtin, îşkence û bêcezabûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye veguherandine girtîgeheke mezin û hemû qadên jiyanê li jinan hatiye tengkirin. Numan Kurtulmuş diyar kir ku wan PMME ji holê rakiriye. Ev jî tê wateyê xala 15'an a makeqanûnê hatiye rakirin." Ozdogan da zanîn ku divê têkoşîna azadiyê bi jinên cîhanê re bê mezin kirin.

'Leşkeran li bajarên kurdan çi kiribe, li rojava jî ew anî serê jinan'

Yek jî parêzera OHD'ê Oya Aydin, anî ziman ku kesên piştî hewldana derbeyê derketine kuçeyan, di serî de êrîşî jinan kirine û ev tişt got: "Leşkerên hewldan derbeyê pêk bînin, di dema qedexeya kolanan de her dem gotinên tacîz û tecawizê anîna ziman, amadekariya vê bingehê bû. Tê bîra we di dema qedexeya derve de cenazeyê jinekî tazî kirin. Heke derbekar bi ser biketana jî dê heman rêbaz bi kar baniyana."

(ms)






ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN