DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Meclisa Çand û Hunerê ya HDK'ê: Tu neyînî pêşî li çand û hunerê nikare bigire

 
24 Tîrmeh
09:02 2016

ENQERE (DÎHA) - Endamê Meclisa Çand û Hunerê ya HDK'ê Ercan Bîngol, da zanîn ku ew di aliyê şano, tiyatro, muzîk, sînema û peykerê de xebatên xwe dimeşînin. Bîngol got ji ber vê hewldanê mirov ji gelek serkeftinên xwe hayadar bûne û aşkera kir ku her çendî pêvajo bandorê li ser xebatên wan bike jî astengî nayên jiyan kirin.

Meclisa Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) da zanîn ku ew bi her awayî di aliyê şano, tiyatro, muzîk, sînema û peykerê de xebatên xwe bi pêş dixin. Endamê Meclisê Ercan Bîngol der barê xebatan de agahî da û da zanîn ku dema wan meclisa xwe nû ava kiriye, xebatên wan li ser senaryoyan dimeşiya, piştre helbest û kurteçîrok li xebatên xwe zêde kirine.

Bîngol aşkera kir ku xebatên hunerê di heman demê de têkiliyên bi hev re jî xurt dike û ev tişt got: "Bi vê riyê têkiliyên bi gel re hêj zêdetir rast tên danîn û bi estetîkî bi pêş dikeve. Ji ber ku mirov çiqasî jiyana xwe estetîze bike, têkiliyên civakî jî ew qasî bi pêş dikevin û xurt dibin."

'Em xebateke kolektîf dimeşînin'

Bîngol bi lêv kir ku xebatên wan li ser berheman bi şekil digirin û ev bandoreke gelekî girîng li ser mirovan dike û wiha pêde çû: "Em bi hevalên xwe re xebateke kolektîf didin meşandin û di demeke kurt de di destê me de dibe bermahiyekî repertuarê. Piştre em van berheman di platformekî de an jî di şahiyekî de pêşkeşî civakê dikin.

Bîngol da zanîn ku ev bermahên ku derdikevin holê li kuçeyan didin pêşan, peyamên bi riya şano û muzîkê di bîranînan de tên dayîn jî raste rast ji hemû beşên civakê re tên parvekirin.

'Pergal ciwanan ji çanda wan dûr dixe'

Bîngol destnîşan kir ku pergal bi rûpoşên xwe ciwanan ji çanda wan dide dûrxistin, lê bi çalakiyên xwe ciwanan serwext dikin û wiha pêde çû: "Pergal ji ber mirov tên gel hev û di aliyê çand, huner û siyasetê de xebatên xwe dikin gelekî ditirse. Dê di rojên pêş de xebatên me li ser pirsgirêkên civakê bin. Dê tu neyînî pêşî li xebatên çandê nede girtin."

(ms)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN