DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Êrîşkarê li Munîhê ji Îranê ye

 
23 Tîrmeh
10:40 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Duh li bajarê Munîhê yê Almanyayê di navenda danûstandinê de êrîş pêk hatibû û li gorî agahiyan 9 kes hatibûn kuştin. Hat gotin ku êrîşkar ji Îranî ye.

Midûrê Ewlehiya Munîhê Hubertus Andrae civîneke çapemeniyê lidarxist. Andrae di civînê de diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de cesedê kesekî xwekuştiye li nêzîkî navenda danûstandinê hatiye dîtin. Andrae aşkere kir ku di enacama îfadeyên şahidên bûyerê û qeydên kamêraya de derketiyê holê ku êrîşkar ev kesê ku xwekuştî ye.

Adrae got ku li gorî lêpirsînê, êrîşkar îraniyekî 18 saliye û di heman demê de welatiyê alman e. Li gorî agahiya Andrae da, tevli êrîşkar 10 kes mirine û 3 jê bi giranî 16 kes jî birîndar bûne û hinek ji wan zarok in.

Li ser îdiaya ku 3 êrîşkar hebûne Andrae wiha got: "Hin kes bi wesayitên xwe ji cihê bûyerê bi lez reviyan, ji van guman hat kirin lê tu pêwendiya wan bi bûyerê re tune."

Midûrê Ewlehiyê Andrae aşkera kir ku der barê sedema êrîşê de heta niha tu agahî di destê wan de nîne lê ew dizanin ku ev kes 2 sal in li Munîhê dijî.

Li gorî agahiya midûr, tu qeyda êrîşkar li gel polîs tune û hem welatiyê Îranê û hem jî yê Almanyayê ye. Li gorî agahiyên ku derketine êrîşkar destpêkê li ber restorantekê, piştra di navenda danûstandinê ya bi navê ‘Olympia Einkaufszentrum' ê gule berdide ser mirovan û pişt re direve.

Hubertus Andrae der barê nasnameyên kesên hatine kuştin de tu agahî belav nekir û got ku 2 hezar û 300 polîs ji bo bûyerê ronî bikin dixebitin.

(ms)











ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN