DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Komuna Roza hejmara 10'emîn a kovara xwe derxist

 
23 Tîrmeh
09:11 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Kovara Roza ya ku ji aliyê xwendekarên zanîngehan, ciwan û girtiyên siyasî ve bi awayek komunal tê derxistin bi hejmara xwe ya 10'emîn derket pêşberî xwînêrên xwe. Xebatkarên Komuna Roza diyar kirin ku armanca derxistina kovarê ji bo pêşxistina çand û hunera kurdî ye û alîkariya herî zêde ya kovarê ji zindanan tê.

Kovara Rozayê ya ku ji aliyê xwendekarên zanîngehan, ciwanan û girtiyên siyasî ve tê derxistin bi hejmara xwe ya 10'emîn derket hemberî xwînêrên xwe. Xwendekar, ciwan û girtiyên li dor Komuna Rozayê gihîştine hevdu, nivîsên xwe li vir berhev dikin û vediguherînin kovaran. Ev kovar digihîje gelek bajar û bajarokên Kurdistan û Tirkiyeyê. Her wiha kovar di heman demê de ji Şirnexê heta Edîrneyê digihîje gelek zindanan jî. Di hejmara 10'emîn de gotarên li ser çand û wêjeya kurdî, helbest û çîrokên li ser gerîlayên jiyana xwe ji dest dane û wekî rexne û danasîna pirtûkan mijarên cûr bi cûr cih digirin.

'Em li riyek wisa digerin ku çand, xewn û xeyalên xwe bigehînin mirovên din'

Ji Komuna Rozayê Roj Agir li ser kovarê axivî û derbarê Kovarê de ev agahiyan parve ekir: "Di adara 2014'an de em wek komeke biçûk a xwendekarên ciwan ên Fakulteya Ziman-Dîrok û Cografyayê ya Zanîngeha Enqereyê hatin cem hev û em li ser fikra derxistina kovarê bi hev şêwirîn. Em li riyeke wisa digeriyan ku em karibin xwe îfade bikin, karibin çand, xewn û xeyalên xwe veguhêzînin mirovên din. Li şûna em li riya heyî bişopînin, yê heyî biqedînin me xwest em bibin ji wan mirovan ku dibin mudaxilî hemû warên jiyanê, xwedî gotin in û ji derbirîna fikr û gotinên xwe natirsin. Kovar ji bo van xwestekên me navgînek bû."

Agir anî ziman ku wan hejmara kovarê ya yekemîn di roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan derxistine û wiha pêde çû: "Me dema dest bi xebatên Rozayê kir me biryar da ku em ê xebatên xwe wek komun bidomînin. Li gorî me xebata herî wekhevîxwaz, demokratîk û dostane encax bi awayê komun mumkin bû. Ji wê rojê vir ve em xebata xwe bi wî rih û hevkariya komun bi rê ve dibin. Me hejmara xwe ya ewil bi ked û nivîsên xwendekarên DTCF'yê, di 4'ê Nîsana 2014'an de derxist."

'Rihê Komuna Roza sînoran nas nake'

Dinya Yaman jî seruvena kovarê bi van gotina anî ziman : "Me hejmara ewil şand hemû bajar û zindanên ku me xwe gihandin wan. Gelek nivîs ji wan cihên ku me kovar şandibûnê ji me re hatin şandin bo hejmarên nû. Bi vî awayî me hemû dîwarên bêwate rûxandin. Di hejmara me ya duyem de di gelek waran de, ji gelek bajar û zindanên cuda gelek nivîs hatin weşandin. Ji hejmara sêyem û vir ve me babetên dosyayên taybet amade kirin. Heya niha me di gelek babetên cuda me dosya amade kirin. Di hejmara ewil de bes ji fakulteyekê heval hebûn. Lê niha ji gelek zanîngehên Enqereyê û bajarên din hevalên me bi dilxwazî alîkariya Komuna Rozayê dikin. Rihê komunê sînoran nas nake. Em jî xwe bi tu derê ve sînordar nakin. Li ku dera cîhanê dibe bila be, em bi wan hevalên ku bi alîkariya xwe dixwazin bibin parçeyekî Rozayê re, hertim di nav parvekirinê de ne. Gelek hevalên me hene ku bi vî awayî keda wan di derxistina kovarê de heye."

'Armanca me ya sereke ew ku em Rozayê bidin xwendin'

Yaman diyar kir ku wateya kovarê ya ji bo zimanê kurdî gelek girîng e û axaftina xwe wiha domand: "Ji xwe dema me dest bi kovarê kir me bi armanca pêşketina zimanê kurdî destpê kir. Bê guman ji bo weşandina nivîsên kurdî di kovarê de me piştgirî herî zêde ji hevalên zindanan wergirt, em digirin. Ji zindanan nivîsên tirkî pir kêm tên ji bo me, ev yek pir watedar e. Hêvî dikim ku dê rojekê Roza bi zimanê xwe derkeve.Lewre em dizanin ku hevalên me yên li zindanan çavlirê û bendewarên her hejmara nû ne... Heke Roza îro hejmara dehem derxistibe ev bi arava van hevalan û hêza ku wan daye me ye. Tevî vê heya ji destê me tê em kovarê dişînin hemû bajarên Kurdistanê û bajarên mezin ên Tirkiyeyê. Dîsa em hewl didin Rozayê bişînin navendên ciwanan, sazî û komeleyan. Li gel ku vegera van kovarên me şandine nebe jî, careke din em dixwazin bi bîr bixin ku armanca me ya sereke bes xwendina kovarê ye."

'Karên serkeftî bi hevkarî û piştevaniyeke xurt û dilsoziyê dibe'

Hebûn Stembar jî anî ziman ku kovar ji bo her hejmarê dosyayekê li ser mijarên folklorîk ên muxtelîf amade dike û ev tişt gotin: "Em ji bo vê jî pêşî mijara dosyayê li ser medyayê parve dikin û ji hevalan derbarê vê mijarê de nivîsan dixwazin. Di hejmara nehem a kovarê de me dosyayeke bi navê "Jin û Huner" amade kiribû. Gelek nivîskaran nexwazim nivîskarên jin ên ciwan xebatên pir berketî ji kovarê re hinartibûn û di vê dosyayê de hatibûn weşandin . Ev dosye ji aliyê xwendevanan ve pir hatibû ecibandin. Bê guman fêdeyê van xebatan dide wêjeya me."

Stembar herî dawî der barê avakirin û belavkirina kovarê de ev tişt anîn ziman: "Çi di dema amadekirinê de, çi jî di dema şandin û gihandina kovarê de kêmasiyên me dewam dikin. Bo nimûne hin bajar hene ku me hê kovar ne şandiye wan deran. Hevalên me yên li van dever û bajaran ji bo karê belavkirina kovarê dikarin bi me re têkilî danin û alîkariya me bikin. Karên serkeftî bi hevkarî û piştevaniyeke xurt û dilsoziyê dibe."

(ekip/no/sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN