Wezîrê Parastinê: Dê pêşmerge beşdarî operasyona Mûsilê nebin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Wezirê Parastina Iraqê Xalid Ubeydî da zanîn ew ê nehêlin pêşmerge beşdarî operasyona rizgarkirina navenda bajarê Mûsilê bibin.
Wezîrê Parastina Iraqê roja pênşemê li Washingtonê beşdarê konferansa navdewletî ya der barê tekoşîna li dijî DAIŞ'ê de bû û der barê rewaşa herêmê de axaftinek kir. Ubeydî diyar kir ku li gel destpêkirina Operasyona Mûsilê, divê hevpeymaniya navdewletî êrîşên xwe yên esmanî yên li dijî çeteyên DAIŞê zêdetir bikin û paşê divê di ware îstîxbarî û lojistîkî de alîkariyê bidin hêzên Iraqî.
Mehaniyên pêşmergeyên ku beşdarî operasyona Mûsilê bûne, dê Amerîka bide
Ubeydî di berdewamiya axiftina xwe de got ew ê bi pêşmergeyan re derdora bajarê Mûsilê rizgar bikin, lê ew ê nehêlin pêşmerge beşdarî operasyona rizgarkirina navenda bajarî bibin.
Her wiha wezîrê parastinê diyar kir ku Serwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi xwe dê operaysona rizgarkirina Mûsilê kordîne bike.
Ji aliyekî din ve, Ubeydî der barê beşdarbûna Heşdî Şe'bî ya di operasyona Mûsilê de got ku ev biryar dê ji hêla Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bê dayîn.
(ms)