DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Krîza Aborî li derî dide

 
22 Tîrmeh
14:22 2016

DENÎZ NAZLIM

ENQERE (DÎHA)
- Îktîsatvan û rexnegira aboriyê Gaye Yilmaz, têkildarî aboriya Tirkiye nirxandinên girîng kir. Yilmaz, diyar kir ku rewşa heyî ya karsaz û esnafan nîşan dide ku krîzek mezin a aborî li ber deriyê Tirkiyeyê ye.

Îktîsatvana rexnegir Gaye Yilmaz, rewşa aboriya Tirkiye û xistina puanên krêdiya Tirkiye ya ji aliyê Standard&Poor's (S&P) şirove kir. Yilmaz, destnîşan kir ku di sala 1994'an de dîsa puanê krêdiya tirkiye hatibû xistin û piştî wê Tirkiye ketibû nava qeyrana aborî. Kaziya S&P (Standard&Poor's), diyar kir ku puanên Tirkiye BB+ daxist û zîvirand BB. Yilmaz, anî ziman ku ji ber şerê navxweyî karsaz rîska razemeniyê nadin ber çav û ji ber vê yekê qeyranek derketiye pêş. Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji ber S&P'ê puanê Tirkiye aşkere kiriye xwe aciz kir û got "Çi karê te bi puanê Tirkiye ketiye". Aborînaz Gaye Yilmaz, helwesta Erdogan jî nirxand. Yilmaz, bilêv kir ku eleqeya S&P'ê bi Tirkiye tune be jî eleqeya karsaz û esnafan heye û wiha got: "Îxtîdara siyasî demek dirêj e bazirgan dawetî Tirkiye kir. Tu hem azirgan û karsazan dawetî Tirkiye dike, hem jî tu saziya krêdî ya bazirganên biyanî eleqeder dike rexne dike. Dibe ku eleqeya te bi wan tune be. Lê ew karsazên ku te ew dawetî Tirkiye kirine eleqeya wan bi aboriya Tirkiye heye. Ew karsaz ewil li rapora S&P'ê dinerin.

Yilmaz, bal kişand ser rola S&P'ê ya salên 1994'an û wiha got: "S&P, di 17'ê Çileya 1994'an de dîsa notên krêdî yên Tirkiye xisitbû. Hefteyek şûnde di 23'ê Çile de Tirkiye ket nava qeyrana aboriyê. Piştî notên tirkiye ket Dolar û Mark qat duqat zêde bûn. Li vî welatî faîza şevekê ji sedi derket 1000'î. Niha dîsa li Tirkiye OHAL hat îlankirin. Nota krêdi hat daxistin. Di dewşek wisa de zêdebûna faîzê dê kaosê bi xwe re bîne. Êdî karsaz nayên li Tirkiye razemeniyê nakin. Di rojên pêş de dê fîrma îflas bikin. Zêdebûna dawîzê dê îthalata me buha bike. Dê hemû mal buha bibe.

Saziya Moody's û Fitch jî ji bo notên Tirkiye daxin dest bi lêkolînê kirin. Yilmaz, da zanîn ku ger ev herdu sazî daxuyani bidin û bêjin ji bo razemeniyê rewşa Tirkiye guncav e pir pêkenok e.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN