Li Heskîfê dîrok bêhis û pis tê tunekirin!
ÊLIH (DÎHA) - Texrîbata ku bendava Ilisu ya li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin nedîti ve tên dîtin, pêwîstiyên daxuyaniyên rayedarên dewletê yên berhemên dîrokî hilgirin jî nehat bicihanîn. Endamê Komîsyona Ilisu ya Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê Oner Ozturk diyar kir ku saziyên dewletê hem li dijî ekosîstema herêmê hem jî li hemberî berhemên dîrokî xemsar in.
Ji ber Bendava Ilisu ya li ser Çemê Dîçleyê tê çêkirin dîroka 10 hezar salan ya Êlih û Heskîfê tê tunekirin. Endamê Komîsyona Ilisu ya Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê Oner Ozturk, aşkera kir ku bi avakirina bendavê re dê ji 100 zêdetir zindîwar dê tune bin û wiha got: "Ev bendava emrê wê qasî 40 sal tê hesab kirin, lê dê heta 30 salî bikaribe ceryanê biafirîne.
'Dê enerjiya wê hindik be'
Ozturk bi lêv kir ku dema nû Bendava Ilisu dihat çêkirin ava Dîcleyê gelekî zêde bû, ji ber guhertina avhewayê di avê de kêmbûneke zêde tê dîtin. Ozturk got ji bo wê dê qasî ku li bendê bin ceryan hindik bê afirandin û wiha pêde çû: "Ev bendav dê di heman demê de beşeke erdê çandiniyê di binê avê de bihêle. Dîsa wekî gelek bendavên din di vê bendavê de projeya kanalên avdanê nehatine fikirîn. Ji ber ku erdê çandiniyê di bin avê de dimîne. Tenê di vî alî de jî bê mêzekirin, dê di aliyê aboriyê de jî tu hateya wê tune be û dê cihê tûrîstîk Heskîfê bê tune kirin."
'Dê ji 100 zêdetir zindîwar tune bin'
Ozturk aşera kir ku di vê bendavê de di aliyê aborî de tiştek ji bo dewletê nayê û got ku ev bendav sedemeke xwe jî ji ber polîtîkayên ewlehiyê ye, bal kişand ser xetereya li hemberî zindîwaran. Ozturk destnîşan kir ku dê ji 100 zêdetir zindî war tune bibin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Me ji Karên Avê yên Dewletê ku proje pêşkeş kirine, pirsa 'Ji bo parastina xwezaya newala Dîcleyê we çi ewlehî girtiye' ji wan pirsî, bersiva wan 'Ji ber ku di newala Dîcleyê de jiyaneke taybet tune, tu ewlehî nehatiye girtin' hat dayîn."
'Tu bermahiyên dîrokî nehatin parastin'
Ozturk li ser parastina bermahiyên dîrokî jî rawestiya û da zanîn ku li gorî îhaleyên ku qaşo di çapeniyê de hatibûn parvekirin û hatibû gotin dê Turbeya Zeynel Beg û gelek bermahiyên dîrokî ji bo parastinê bên barkirin, lê di vê der barê de tu hewldan derneketine pêş. Ozturk aşkera kir ku heta niha tu bermahiyên dîrokî nehatine barkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo parastina bermahiyên dîrokî me pirs li wan kirin, lê hêj ji bo barkirina Turbeya Zeynel Beg jî tu hewldan nehatiye parve kirin."
(ms)