DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî li benda we ye

 
22 Tîrmeh
09:13 2016

WAN (DÎHA) - Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî ya Şaredariya Erdîşê ev demek e kûrsên havîn ên muzîkê dane dest pê kirin. Xebatkarê mala çandê Tajdîn Başar der barê xebatan de agahî da û diyar kir ku wan bi 5 beşên wekî erbane, tembûr, gitar, şano û zimanê kurdî dest bi xebatên xwe kirine.

Piştî li navçeya Erdîşê ya Wanê Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî ya Şaredariya Erdîşê hat vekirin, ciwan û malbatên ku dixwazin di aliyê muzîkê de zarokên xwe bi pêş bixin serî li navenda çandê didin û qeydên xwe çêdikin. Xebatkarê navenda çandê Tajdîn Başar der barê xebatan de agahî da û aşkera kir ku wan bi 5 beşan kûrsên havînê dane dest pê kirin.

Başar diyar kir ku saziya wan demek dirêj e hatiye vekirin, lê ji ber girtin û operasyonên qirkirinê hin pirsgirêkan xebatên wan paşve hiştine, bi sazkirina cihê nû re dê xebatên xwe bi pêş bibin. Başar der barê xebat, rêveberiya saziyê û plansaziyê de jî agahî da û aşkera kir ku di saziyê de 2 rêveberî cih digirin, 5 mamosteyên wan hene, ev mamoste dê di kûrsên wekî erbane, tembûr, gîtar, şano û zimanên kurdî de xebatan bidin meşandin.

8 dengbêjên saziyê hene

Başar da zanîn ku ew bi saziyên çandê yên li navenda Wanê re di nava têkiliyê de ne û ev tişt got: "Ji derveyî kûrsên muzîkê xebatên der barê dengbêjiyê de jî ten meşandin. Niha li vir 8 dengbêjên me hene, em xebatên der barê dengbêjiyê de bi dengbêjên navenda Wanê re didin meşandin. Di rojên pêş de em difikirin li gundên herêmê şevbuherkên bi gel re li dar bixin."

Dê koroya zarokan ava bikin

Başar bi lêv kir ku bi pêşketina kûrs û xebatên zarokan re ew armanc dikin koroya zarokan jî ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xebatên meyên di vê der barê de didomin, ya herî girîng kûrs û perwerdeya ji bo zarokan e. Di vî alî de piştî xebat heta astekî hatin dê koroya zarokan jî bê avakirin. Ji bo bajar jî ev dê xebateke gelekî serkeftî û di cih de be."

Başar destnîşan kir ku ew li ser 2 lîstikên şanoyê niha xebatan dimeşînin û wiha got: "Ev 2 lîstik yek jê ya zarokan e, niha di vî alî de amadekariyên me berdewam dikin. Dê di rojên pêş de ev lîstik derkevin ser dikê."

Başar herî dawî got ku serlêdanên ji bo qeydan jî her roj berdewam dikin, kesên bixwazin qeydên xwe û bi taybetî yên zarokan çêkin, divê serî li saziya wan bidin û aşkera kir ku di nava hefteyekî de 20 kesan serî li saziya wan daye û navên xwe qeyd kirine.

(ms)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN