Bi OHAL'ê re Pergala Serokatiya Tirk di dewrê de ye
ENQERE (DÎHA) - Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDP'ê, di daxuyaniya xwe yî arasteyî OHAL'ê de diyar kir ku bi OHAL'ê re bi awayekî fiîlî dixwazin "Pergala Serokatiya Tirk" têxin dewrê. Li dijî vê wiha hat gotin, "Rêya xalîbûna ji derbe û aloziyê ne otorîteriyeke zêde û rêveberiya 'zilemekî' ye, bi demokrasiyê pêkan e."
Derbareyê îlankirin Rewşa Awarte (OHAL) ya bo 3 mehan, MYK'ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da. Di daxuyaniya nivîskî ya ji hêla Yekîneya Çapemeniyê ya HDP'ê ve hat dayîn de wiha hat gotin, "Li Tirkiyeyê di vê serdema ku bi Biryarnameyên Qanûnî yên li dijî Makezagonê birêvebirinek xwe dide der, bo Lijneya Wezîran serokatiya Serokomar, zêdekirina desthilatiya walîyan, binpêkirina mafên gerdûnî û demokratîk bi her awayî nîşan dide ku dê bi awayekî fiîlî "Pergala Serokatiya Tirk" têkeve dewrê. Bi vî awayî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bo tasfiyekirina muxalîfan, bi her awayî binpêkirin û tepisandina maf û azadiyên demokratîk bûye firsend û amûrek."
'Lêgerîna kesên xwestin bi derbeyê bi rê ve bibin bi dawî nebûye'
MYK'ya HDP'ê dest nîşan kir ku biryara OHAL'ê, her çiqas derbeya 15'ê Tîrmehê hatibe astengkirin jî, dide nîşandan ku lêgerîna kesên dixwazin bi derbeyê bi rê ve bibin bi dawî nebûye û wiha got, "Hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bo tasfiyekirina muxalîfan, bi her awayî binpêkirin û tepisandina maf û azadiyên demokratîk bûye firsend û amûrek."
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo AKP mûtlaqiyeta îktîdara xwe zexmtir bike hewl dide û wiha hat gotin, "Bi îlankirina OHAL'ê re têkûzkirina rêveberiya 'zilamekî' dê vî welatî ber bi mecrayeke aloziyî ve bibe. Rêya xalîbûna ji derbe û aloziyê ne otorîteriyeke zêde û rêveberiya 'zilemekî' ye, bi demokrasiyê pêkan e."
(red)