HDP: Em ê xwedî li hêstên wanên mirovî derkevin
ENQERE (DÎHA) - Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera yekemîn a Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ew dê xwedî li reman û hêstên wanên mirovî derkevin.
Bi minasebeta salvegera komkujiya Pirsûsê ya li Rihayê li hemberî ciwanên sosyalîst pêk hatibû, bi daxuyaniyekî ji hêla HDP'ê ve hat bi bîranîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li Navenda Çanda Amarayê 33 ciwanên sosyalîst di êrîşa bombeyî ya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan û ji 100 kesî zêdetir jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin armanca komkujiyê ew bû piştevaniya ji bo Kobanê were şikandin û wiha hat gotin: "Ev êrîşa dijmirovî û namerdî di heman demê de bû gava pêşî ya serdema şer."
Daxuyaniya nivîskî ya HDP'ê de ev tişt hat gotin:
"Salek di ser komkujiyê re derbas bû. Ji bo kesên ku komkujî pêk anîne, ji bo kesên di nav leşkerî, burokrasiya dewletê de alîkarî kirine û piştevanên wan ên siyasî tu xebateke girîng nehatiye kirin. Piştî Komkujiya Pirsûsê biryara li ser buyerê bê girtin hat dayin. Li gel agahî û belgeyên ku di Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê jî di lêpirsîna Komkujiya Pirsûsê de doz nehat vekirin. Der barê peywirdarên dewletê de biryara 'nikarin werin darizandin’' hat dayin û lêgerîna hiqûqî ya malbatan bê bersiv hat hiştin.
Li gel 'biryara pêşîlêgirtina lêgerînê' ya Walitiya Rihayê di 17’ê Tîrmehê de jî li ser Midûrîyeta Polîsal ji bilî 'peywira xwe bi nebaşî bi kar anîn' pê ve tu doz nehat vekirin. Midûrîyeta Polîsan ji ber ku karê xwe nekiribû bû sedema mirina 33 kesan. Ji bo peywirdarên din yên dewletê ku dîtibûn ku dê êrîşek li hemberî kesên hatine Pirsûsê pêk were, jî tu tedbîr nehat girtin.
Ev hemû nîşan didin ku têkildarî komkujiya Pirsûsê hin sazî û peywirdarên dewletê agahdar bûne û pêşiya vê negirtine. Sedema teqîna li Pirsûsê ji ber kêmasiya îstîxbaratî, ewlekariyê pêk hatiye.
Em ê xwedî li doza wan derkevin
Ji bo ku em vê têkoşînê bibin sêrî, li hemberî hişmendiyên DAIŞ’ê û yên wekî wê, divê bêhtir em pişta hev bigirin û bêhtir li hev xwedî derbikevin. Tiştekî pir girîng e ku em li dijî DAÎŞ’ê, El Qaîde û yên wekî wan em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Careke dî em hemû xwîşk û birayên xwe yên ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dane, bi hurmet bi bîr tînin û dibêjin em ê hîs û ramanên wan ên piştevaniyê, yên herî mirovî bidin jiyîn. Em wê desthilatdariya siyasî ya ku nahêlin malbat zarokên xwe bi bîr bînin şermezar dikin."
(ms)