Irmak: Girankirina tecrîdê şer, rakirina tecrîdê aştiyê tîne
COLEMÊRG (DÎHA) - Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak li ser rewşa tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan fikarên xwe anîn ziman û wiha got: "Em ji rewşa Ocalan bi fikar in. Tecrîda li ser Ocalan dê şer kurttir bike rakirina tecrîdê jî dê aştiyê bîne. Divê raya giştî di vê mijarê de dengê xwe bilind bike."
Bi tecrîda girankirî rewşa tenduristiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê raya giştî tê meraqkirin. Piştî hewldanan darbeya leşkerî ev guman zêdetir bûn. Li hember rewşa şolî ya tenduristiya Ocalan bertek jî xurttir dibin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selma Irmak derbarê mijara nehiştina hevdîtinên malbat û parêzeran û nezelaliya rewşa tenduristiyê Ocalan de nirxandin kir û diyar kir ku rewşa Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor.
‘Ocalan ne kesekî ji rêzê ye’
Irmak da zanîn ku gelek caran ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ketine nava hewldanan, lê bersivekek erênî negirtine. Irmak destnîşan kir ku di serî de ev rewş binpêkirina mafeke kesên girtî ye û wiha got: "Ev tecrîdek di nav tecrîdê de ye. Birêz Ocalan ne ji kesekî rêzê ye. Ji ber vê yekê nêzîktiya li hember wî nêzîkatiya li hember pirsgirêka kurd û siyaseta Tirkiyeyê ye. Ev noxteyek hessas e. Nexwe dema tecrîd tune bû kuştin û cenaze nedihatin lê kengî ev tecrîd destpê kir binpêkirina mafan, kuştin hatin."
‘Ocalan mifteya çareseriyê ye’
Irmak li ser têkiliya rewşa Ocalan û hewldana darbeyê û gotinên Ocalan a "Heke pêvajoya çareseriyê veneguhere muzakereyan dê darbe bikeve dewrê" rawestiya û ev tişt gotin: "Em dikarin bibêjin tecrîd û darbeya pêk hatiye jî yek û yek bi hev re giredayî ye. Roja ku hûn muzkereyan diqedînin, demokrasiye radikin hûn mekanîzmeya darbeye jî dixin dewrê. Çareserî ne tecrîd, ne holê rakirina muzakereyan e. Berovajî di serî de divê tecrîd ji holê rabe û pirsgirêk bi muzakereyan bi diyaloge bê çareserkirin. Ocalan mifteya çareseriyê ye."
‘Rewşa Ocalan Tirkiyeyê bi hev re giredayî ne’
Irmak bi lêv kir ku di nav rewşa tevlîhev de rewşa Ocalan ciheke mezin digire û wiha berdewam kir: " Piştî darbeye her tişt tevlîhev bûye. Kê polîs û leşker e ne diyar e. Di nav vê rewşê de jî tu agahî ji birez Ocalan nehatiye stendin. Ew ne kesek e. Temsîla gelekî dike. Kilitî çareseriyê tîne ziman. Tişteke ku li hember wî bêkirin dê welat bîne asteke ku mirov nekare vegerîne." Irmak got ku di hevdîtinên wan li ser vê mijarê ya bi rayedaran de berisvên hatine dayîn têrê nake û wiha pê de çû: "Tu kes rewşa wî nizane. Heke tiştek tune be divê ji heyet, malbat an jî parêzeran hin kes biçin gravê. Rewşa Ocalan û rewşa Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne."
Irmak destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan dê şer kurttir bike rakirina tecrîdê jî dê aştiyê bîne û bi têkildarî mijara rewşa Ocalan de ev bang li raya giştî kir: "Gelê me jî divê baldar be û hişyar be. Îro têkiliya di navbera gelan de kur dibe û gel ji hev dûr dikevin. Ev xetereyek mezin e. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan rabe da ku birên kurttir di navbera gelan de venebe. Em ê mafê xwe yê demokratik bi kar bînin. Li hember darbe û tundiyê çareserî berxwedana demokratîk e."
(kom/gka/mae)