DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Rizgariya jinê di riya sêyemîn de ye'

 
19 Tîrmeh
09:16 2016

STENBOL (DÎHA) - Jinan diyar kir ku piştî hewldana derbeyê êrîşên zayendî yên li hemberî jinan gelekî zêde bûne û hat gotin ku dê ne alîgirê AKP-Qesrê û ne alîgirê derbekaran bin, hat aşkerakirin ku ew dê riya sêyemîn ava bikin.

Piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê, gelek kesên li ser banga Serokomar tirk Erdogan derketin qadan, li hemberî jinan êrîşên zayendî pêk anîn, ev pêla faşîzan û nijadperest ji hêla rêxistinên jinan ve hat nirxandin.

'AKP jî rewşa awarte pêk tîne'

Aktîvîsta Tevgera Jinên Demokratîk Kivilcim Arat, diyar kir ku hewldana derbeyê; di bingeha xwe de li ser tundiya li hemberî civakê hebûna xwe dide sazkirin, bi zilim û zordariyê wekî pevçûneke navxweyî didin nîşandan. Arat bi lêv kir ku li hemberî van êrîşan divê gelên li Tirkiyeyê riyeke sêyemîn hilbijêrin. Arat got AKP ji bo desthilatdariya xwe bide berdewamkirin dixwaze rewşa awarte biafirîne û wiha axivî: "AKP'ya ku bajarên Kurdistanê bi tevahî rûxand, cenazeyê jinên şoreşger teşhîr kir, beyî ku bêje jin û zarok bi dehan kes bi sekvanan li kuçeyan qetil kir. Ev jî dide xuyakirin ku rûyekî din ê rewşa awarte ye."

'Em xwediyê hişmendiya dîrokî ne'

Kivilcim bertek nîşanî hişmendiya ku hevjînên derbekaran wekî "xanîmet" dibîne jî da û wiha pêde çû: "Em ê di navbera vê bermahiya faşîst û koma faşîst a derbekaran de hilbijartinekî nekin. Em xwediyê wê hişmendiya dîrokî ya ku dikare riya sêyemîn ava bike ne."

Jin wekî xanîmet dîtin polîtîkaya AKP'ê ye

Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst a Stenbolê (SKM) Pinar Turk aşkera kir ku hewldana derbeyê dide xuyakirin ku şerekî hegonomîk ê di navbera AKP-Qesr û derbekaran de ye û got pêvajoyên derbeyê herî zêde bandor li ser jinan kiriye. Turk destnîşan kir ku ji roja ku AKP hatiye ser kar heta niha êrîşên li hemberî jinan gelekî zêde bûne û hişmendiya AKP'ê ya li hemberî jinan bi van gotinan anî ziman: "Axên ku tên dagirkirin destpêkê êrîşî bedena jinê dikin. Ev polîtîkaya dagirkeriyê ya dewletê ye. Em vê yekê niha di hişmendiya AKP'ê de dibînin. Leşkerên ku digirin binçavan bi gotinên wekî 'zarokên teyê keç hene? Em ê çi bînin serê wê tuyê bibînî' rastiya wan dide nîşan."

Turk da zanîn hişmendiya heta hesabên medyaya civakî û kargehên xizmên leşkeran, dîsa hevjînên wan wekî "xanîmet" dîtin polîtîkayeke AKP'ê ye û aşkera kir ku li hemberî jinan êrîşeke cidî tê meşandin.

'Nêrîneke DAIŞ'ê serdest e'

Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Bidin Rawestandin Gulsum Kav jî got bi hewldana derbeyê û bi kesên berdane kuçeyan re tê xwestin pêşî li pergala serokatiyê vekin û wiha axivî: "Dîsa êrîşên zayendî, bi her rêbaz şidetê dixwazin hişmendiya DAIŞ'ê li ser jinê bidin ferzkirin. Ya rast dixwazin derbeyê bi derbeke din bitepisînin. Em wekî jin em dê zerareke mezin bibînin. Ez ji derveyî têkoşînê tu riyeke din nabînim."

'Riya sêyemîn demokrasî û azadî ye'

Jinên Rûerd û Endama Lijneya Rêveberiya HDK'ê Benazîr Coşkun destnîşan kir ku piştî 7'ê Hezîranê ji hêla AKP-Qesrê ve li Kurdistanê derbeyeke sivî pêk hatiye, di 15'ê Tîrmehê de jî derbeyeke leşkerî xwe daye pêş. Cuşkun got ku ew wekî jin li hemberî derbeya sivîl û leşkerî ne, dê heta dawiyê riya sêyemîn a demokrasiyê bişopînin. Coşkun got "Çeteyên AKP û Qesrê leşkerên girtin bin çavan li hemberî wan gotinên zayendî bi kar anîn. Ji xwe dema li rêjeya jinên ku derketine kolanan bê mêzekirin ev hişmendî dê bi rihetî bê dîtin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN