DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Divê zarokên Cizîrî berê xwe bidin Mem û Zînê

 
19 Tîrmeh
09:09 2016

ŞİRNEX (DÎHA) - Navenda Çanda û Hunerê ya Mem û Zîn piştî ‘qedexeya derkeftina derve' xebatên xwe yên ku nîvco mabûn bi qûrsên gîtar, erbane, şano û koma zarokan berdewam dike. Xebatkara çandê û mamosteya erbanê Barîvan Dayan banga xwedî derkertina çand û ziman kurdî kir û got: “Divê her kes xwedî li çand, ziman û Mem û Zînê derkeve.”

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Navenda Çanda û Hunerê ya Mem û Zîn piştî ‘qedexeya derketina derve' û xebatên wan ên nîvco mabûn carek din bi qûrsên wek gîtar, erbane, şano û koma koroya zarokan dest pê kirin. Bi piştgiriya xebatkarên Mem û Zînê yên dildar jî xebatên çandî xurt dibin. Mamostaya koroyê ya Navenda Çanda û Hunerê ya Mem û Zînê Mahabat Olmez bal kişand ser çanda û zimanê kurdî û wiha axivî: “Armanca me ew e ku çand û zimanê zikmakî li Kurdistanê bidin jiyandin. Ji bo ku zarokên kurd çand û zimanê xwe ji bîr nekin em her roj li navendê perwerdehiyê didin zarokan. 20 şagirtên koma zarokan hebûn lê ji ber ku hin malbat derveyî bajêr in niha 8 zarok perwerdehiyê dibînin. Ev du meh e me dest bi xebatên koma koroyê ya zarokan kiriye. Ders dawiya hefteyê rojên Yekşemê seat 13:00’an de dest pê dikin û heya seatên êvarî berdewam dikin. Zarokên tên qûrsê di nava hefteyê de jî dersên ku dibînin dubare dikin."

'Li Cizîrê êrîşên dewletê herî zêde bandora xwe li ser zarokan kir'

Olmez da zanîn ku bi taybet ji bo ku zarok zimanê dayîka xwe ji bîr nekin ew li gel mûzîkê perwerdehiya zimanê kurdî jî didin zarokan û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo ku zarok xwe bi zimanê dayîkê bînin ziman ez li gel stranên kurdî perwerdehiya ziman jî didim zarokan. Em ji bo ku çanda kurdî neyê windakirin perwerdehiya ziman jî li saziyê didin zarok û ciwanan. Li Cizîrê êrîşên hêzên dewletê herî zêde bandora xwe li ser zarokan kir. Ji ber vê jî zarok zehmetiyên mezin di warê derûniyê de dijîn.”

'Çanda kurdî rastiya jiyana gelê kurd e'

Olmez bilêv kir ku li navenda çandê her hefte ji bo zarokan pirtûk tên xwendin, dîsa lîstok tên amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çand tenê ne cihê mûzîkê ye. Zarok tu caran li çandê aciz nabin. Ji xebatên çandê jî gelek hes dikin. Ji ber 'qedexeyê' xebatên me yên çandî nivco mabûn û xebatên ku nivco mayin em dê ji nû ve destpê bikin. Ji ber ku perwerdehiya qûrsan baş diçe zarok û ciwan keyf xweş in . Divê her malbatek Cizîrî zarokên xwe ji bo ku zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe winda nekin bişînin qûrsên me. Çanda kurdî rastiya jiyana gelê kurd e."

'Ji ber 'qedexê' xebat nîvco mabûn'

Xebatkar û mamosteya erbanê Berîvan Dayan jî axivî û diyar kir ku ew li gel malbatên zarok û ciwanên ku tên çandê perwerdehiyê dibînin her tim di nav dan û standinê de ne û axaftina wiha xwe got: "Ji bo zarok û ciwanên Cizîrê saziya me fersend e. Ji ber êrîşên dewletê xebatên me nîvê de man lê niha me dîsa dest bi qûrsên xwe kirin. Zarok û ciwan herî zêde eleqeyê nîşanî qûrsên gîtar, erbane û şanoyê didin û serlêdanên qûrsan jî her diçe zêde dibin."

Dayan bang malbatên Cizîriyan kir û got: "Ji bo ku em çand û zimanê xwe xwedî derkevin divê her malbatek zarokê xwe bişîne Navenda Çanda û Hunerê ya Mem û Zînê."

(kom/mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN