DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Berdevkê HDP'ê: Em dê piştevaniya sererastkirina bo darvekirinê nekin

18 Tîrmeh
13:09 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, ji bo kesên tevlî hewldana derbeyê bûn derbareyê nîqaşên ji nû ve anîna cezayê darvekirinê de got, ew dê di vî warî de piştgiriya tu sererastkirinê nekin.

Li Tirkiyeyê piştî helwdana derbeyê ya şeva Înê ku bi awayekî bi serneketî xwe da der, nêzî 290 kesî jiyana xwe ji dest da û li gel vê bi hezaran kesên peywirdarê leşkerî û darazê jî hatin binçavkirin.

Li ser daxwaza gel a ji bo derbekaran anîna cezayê darvekirinê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha axivî, "Êdî li hemû qadan em wek dewlet û wek hikûmetê hay ji vê daxwaza we hene û dibihîsin. Em dê qethiyen vê daxwaza we piştguh nekin. Di demokrasiyê de gel bêje çi, biryar ew e. Di wê baweriyê de me dê hikûmeta me, dê li gel hevdîtinên muxalefetê dê di vî warî de biryarekê bide. Em dê vê biryarê jî pir bi derengiyê nexin."

Li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê bi awayekî fiîlî herî dawî di sala 1984'an de hatibû sepandin, di sala 2004'an de jî bi temamî ji Makezagonê hatibû derxistin.

Li gor nûçeya Sputnikê ya ku xwe dispêre Reutersê, berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen di daxuyaniyeke xwe yî di vî warî de diyar dike ku sepandina darvekirinê li gor huqûqa cezayî wesfa texelkeriyê di xwe de nahebîne û li gor mafên mirovan nayê qebûlkirin û wiha got, "Rêbaza ku derbekeran li Misirê ceriband, niha li Tirkiyeyê kesên ku li dijî derbeyê derdiketin wê diparêzin."

Bîlgen diyar kir ku bi darvekirinê re çekdarbûyîna ferdî jî ketiye rojevê û ev îxtimala ku dê li Tirkiyeyê şerê navxweyî xwe bide der tînê bîra mirovî û dest nîşan kir ku heke teklîf an pêşnûmayeke bi vî rengî were meclîsê, ew dê bi tu awayî piştevaniya wê nekin.

Bîlgen wiha axivî: "Ji xwe zagonên cezayî bi paş ve nameşin, ev hêla wê pir girîng e. Di nîqaşên ku di baregeha derûniya girseyî de tên kirin divê siyasetmedar vê ji civakê re vebêjin. A dîtir ev divêtiyeke sererastkirina makezagonî dide der. Di vê çarçoveyê de divê welat guherîneke makezagonî bide ber çavê xwe."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN