DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Qazaxistanê êrîşek çekdarî: 4 kesî jiyana xwe ji dest da

18 Tîrmeh
12:37 2016

NAVENDA NÛÇEYAN(DÎHA)- Li Almatiyaya Qazaxistanê li dijî qereqola polîsan êrîşek çekdariyî pêk hat. Di êrîşê de 4 kes mirin.

Li bajarê Almatiyayê yê Qazaxistanê li dijî qereqola polîsan êrîşeke çekdariyî pêk hat û di encama êrîşê de 4 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di vê baregehê de çavkaniyên polîsan diyar kir ku yê ku êrîş pêk aniye cil û bergên reş li ser hebûne û êrîş bi çekên otomatîkiyî pêk aniye û li dû xwe tu şop nehiştine. Her wiha Wezarata Karên Hundir a Qazaxistanê jî diyar kir ku, di êrîşê de herî kêm polîsek jiyana xwe ji dest daye û kesekî gumanbar hatiye binçavkirin.

Piştî êrîşî hemû firoşgehên çekan hatin girtin û ambulans bo cihê bûyerê hatin şandin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN