DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Tama çîroka xweza û mirov bi zimanê gerîla cuda ye

 
18 Tîrmeh
09:08 2016

DÎCLE MUFTUOGLU

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Nivîskar Denîz Farûk Zeren çîroka di navbera mirov û xwezayê de bi wêje û çavê gerîlla nivîsand û bi navê "Rojek li Zerya-Serhatê" kir pirtûk. Pirtûka ku hat çapkirin li bena xwendekarê xwe ye.

Nivîskar Denîz Faruk Zeren, bi navê “Rojek li Zerya-Serhatê" pirtûka li ser têkiliyên mirov û xwezayê digire dest û mirovan derdixe rêwitîya zozanên Serhedê digire dest nivîsand. Deniz Faruk Zeren, bi vê pirtûkê şaxek din li dara wêjeyê zêde kir û mirovan derdixe rêwitiyek dûr û dirêj a Çiya û Zozanên Serhedê. Zeren bi zimanekî hêsan û herikbar derdikeve pêşberî xwendekarên xwe û derdikevin rêwîtiya çiyê. Zeren di çîroka xwe de serpêhatiyên xwe yên li gelek gundan, roja xwe ya bi komek gerilla re û qereqolekê tîne ziman. Serhat di pirtûka xwe ya ku hat çapkirin de li ser bandora têkoşîna tevgera azadiyê û pêşxistina wêjeyê radiweste. Zeren, bêtir li ser şerê dijwar ê li ser wan tê meşandin û li hemberî vî şerê dijwar têkoşîn û jiyana gerîlla a di nava jiyanê de parve dike. Zeren, piştî hat girtin û ket girtîgehê li girtîgehê serpêhatiyên xwe yên gerîllatiyê kir pirtûk û bi xwendekarên xwe re parve kir. Zerya pirtûka xwe ji weşanxaneya Patika çap kir. Zeren di pirtûka xwe de balê dikişîne ser têkiliyên mirov ên bi xwezayê re û destnîşan dike ku piştî mirov dikeve nava xwezayê û pêre dibe yek êdî nikare dest ji xwezayê berde.

Zeren, diyar dike ku mirov di nava xwezayê de bêtir wate û girîngî dide jiyanê û her tişt bêtir bi qedr û qîmet e.

Zeren, zêdetir li ser meşê radiweste û diyar dike ku meş perçeyekê jiyanê ye û hem çalakî, hem têkoşîn û hem jî lêhûrbûn, lêkûrbûn û zelalî ye. Zeren, diyar dike ku her mirov dimeşe bêtir zelal û pak dibe. Bêtir çeleng û çak dibe.

Zeren. li ser çiya û mirov jî radiweste û dide zanîn ku çiya ji bo wan ewlehî, bawerî, hêz û qada jiyanê ye.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN