DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

HDK: Divê ji bo înşakirina eniya demokrasiyê hewl bidin

 
17 Tîrmeh
14:06 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku di 7'ê hezîranê de bi pêşengiya Erdogan ji pêvajoya darbeyê derbas dibe û hewldana darbeyê jî wekî "Encama pevçûna ku darbeya qesrê di dewletê de afirandiye" nirxand. Kurkçu hikûmet hişyar kir û got ku piştgiriya li dijî darbeyê tê dayîn divê wekî erêkirina rejîma yek zilam nenirxîne, bang li gelan jî kir xwest ji bo înşakirina eniya demokrasiyê bikevin nava hewldanan.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertugrul Kurkçu têkîldarî hewldana darbeyê bi Buroya HDK'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.

Hevberdevkê HDK'ê Kurkçu di axaftina xwe de diyar kir ku ew li dijî hewldana darbeyê ya di 15'ê tîrmehê de ne û piştî ku hate çewisandin jî gotina darbeyî AKP wekî "xilasker" nîşandan e. Kurkçu wiha got: "15'ê tîrmehê ji darbeyên 27'ê gulanê, 127ê îlonê, 28'ê sibatê wêdetir wekî darbeya 21 gulana 1963'an a bi pêşengiya serheng Talat Aydemîr bû."

'Encama pevçûna ku darbeya qesrê afirandiye ye'

Kurkçu bilêv kir ku îstixbarata ku hikûmet û qesrê bi civakê re parve nekiriye heye û vekişandina Erdogan û rayedarên hikûmetê xwe li cihên bi ewle jî îşaneya vê ye û wiha axivî: "Çewisandina îsyanê, tasfiyekirina rakîban ji bo hamleya Erdogan a yek rêber plana ku vê yekî wekî qerase binirxînin nîşan dide. KUrççu bilêv kir ku ji 7'ê hezîranê heta niha bi pêşengiya Erdogan Tirkiye di pêvajoya darbeyê re derbas dibe bi şerê ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu li dijî gelê kurd daye destpêkirin çûne hilbijartinên 1'ê mijdarê û ev yek jî merhaleya yekemîn a darbeyê hatiye temamkirin piştre jî Bînalî Yildirim kirine serokwezîr û bi vî rengî derbasî merhaleya duyemîn a darbeyê bûne. Kurçu destnîşan kir ku hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê jî merhaleya sêyemîn a vê yekê ye.

Divî komên lîncker bên cezakirin'

KUrkçu bang li hikûmetê kir û anî ziman ku leşkerên ku xizmeta leşkeriyê dikin û hatine binçavkirin ji berpirsyaran divê bên cudakirin û bên berdan. Kurkçu destnîşan kir ku komên ku derketin kolanan û bûyerên lîncê pêk anîn jî divê bên lêkolînkirin û lêpirsîn bê vekirin û sûcdar bê cezakirin.

'Eniya demokrasiyê'

Kurkçu bang li gelan kir û got ku wekî welatiyên wekhev û azad ên Tirkiyeyê ji bo welatê hevpar jinû ve ava bikin bi lezgînî ji bo înşakirina eniya demokrasiyê divê bikevin nava hewldanan.

Hikûmetê zemîn ava kir

Hevberdevkê HDK'ê Gulûstan Koçyîgît jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên şer ên li Kurdistanê û êrîşên piştî 7'ê hezîranê ji bo derbayê bingeh ava kiriye. Koçyîgît destnîşan kir ku fermandarên ku "îxanetkirina welat" tên sûcdarkirin li Kurdistanê şer dane meşandin û dema ku ew vê yekê tînin ziman ew fermandar dibin qehreman lê dema ku mudaxaleyî sîstemê û hikûmetê dikin jî ev kes dibin xayînê welat bi vî tên sûcdarkirin.

Koçyîgît bilêv kir ku planên qeyûm tayînkirina şaredariyên DBP'î û rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê ve ketine pêvajoya darbeyê û pêvajoya darbeyê bi van geşedanan qutkirî nîne. Koçyîgît bilêv kir ku pêvajo dikane bi çareserkirina pirsgirêka kur, pirsgirêka jin û kedê ve dikare bê çareserkirin heke ne wisa be dê bibin şahidên darbeyên nû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN