DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji 'Qimil' heta 'Ferhenga Khurdî', berxwedêriya pênûsa Apê Mûsa

 
16 Tîrmeh
08:54 2016

RÊDÛR DÎJLE

AMED (DÎHA)
- Ji hêla peyvan ve yek ji çavkanî û jêderên sereke yên heyîna zimanekî ferheng in û ji ber vê ferheng ew metn in ku divê derbareyê wan de zêde vekolîn xwe bidin der. Li Tirkiyeyê di salên herî zor û zehmet ên arasteyî kurdî de, ku rastî her cure pêkûtî û teoriyên bişavtinê dihat, pênûsê ferzan û zanayê kurd Mûsa Anter bo heyîna kurdî pêdiviyê bi xebatên ferhengiyî dibîne û di bin şert û şirûtên herî xedar de li Girtîgeha Mamakê ji bêpariya her cure materyalî bo amadekirina ferhengeke Kurdî-Tirkî ku nêzî 11 hezar peyv têde cih digirin li ber xwe dide.

Lew ji hêla peyvan ve yek ji çavkanî û jêderên sereke yên heyîna zimanekî ferheng in û ji ber vê ferheng ew metn in ku divê derbareyê wan de zêde vekolîn xwe bidin der. Wek tê zanîn mêjûya nivisê bi peyvên ku bi awayê resman li ser kevalên li bajarê Ûrûkê yê Sumeran hatine nivîsandin tê destpêkirin. Bi vê re hêdî hêdî pêdiviya nivisê xwe dide der ku tê gotin wê demê qewmên Samiyan ên hikumraniya wan li ser Sumeran hebûye, pêdiviya wan bi hînbûna zimanê sumeriyî çêdibe û bi vê pêdiviyê re beramberiya peyv û hevokên sumeriyî yên bi zimanê Akadan li ser kevalan tên çêkirin an nivîsandin. Ku ev di dîroka nivîsê de wek destpêk ango nimûneyên yekem ên ferhengçêkeriyê tê zanîn û ji wê demê ta roja îro her pêdivî bi beramberiyeke bi vî rengî xwe daye der û bi demê re veguheriye zanistekê. Ew beramberiya ku niha veguheriye zanistê wek 'ferhengnasî' bi awayekî dîtir 'leksografî' tê zanîn ku wek, zanist û hunera ferhengçêkeriyê ya ji hêla kes an nivîskaran ve tê pênasekirin. Û ji kesên ku di vî warî de berhemdariyê dikin re wek 'leksîkolojîst' tê gotin ku ev kes bi repertuar an jî tûrikê xwe yî peyvan tên pênasekirin. Taliyê ev tûrik di encama hin lêhûrbûn û bîrbiriyê de vediguhere keşkolekê û bi malzeme û amûrên ku di xwe de dihebînin ji hêla maddî û manewî ve hewm û daneheviya zimanekî didin der û ev danehev bi awayekî vediguhere şiûreke kolletîf.

Têkildarî vê mijarê li Tirkiyeyê di salên 1950'î û 1960'î yên herî zor û zehmet ên arasteyî kurdî de, ku rastî her cure pêkûtî û teoriyên bişavtinê dihat, pênûsê ferzan û zanayê kurd Mûsa Anter bo heyîna kurdî pêdiviyê bi xebateke ferhengçêkeriyê dibîne û di bin şert û şirûtên herî xedar de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamaka Enqereyê li hucrika 'Î'yê ji bêpariya her cure materyal û derfetî li ber xwe dide.

Anter ê ku dema di 31'ê Tebaxa 1959'an de li Amedê di Rojnameya 'İleri Yurt'ê de bi sernavê 'Qimil' nivîs û helbesteke kurdî dinivîse rastî bertekên tund tê. Nemaze ji hêla rojnameyên wek 'Cumhuriyet, Ulus, Akşam û Yeni Sabah'ê anti-propagandayek tê kirin û her wiha serokomar û serokwezîrên wê demê fermanan didin waliyan û dibên 'Serê Mûsa Anter bieciqînin'. Bi vê nivisê û hin sedemên din re piştî demekê 50 kes ji wan tên girtin û ev girtin di dîroka Tirkiyeyê de wek doza "49'an" tê binavkirin.

Bi vî awayî careke din giringiya ziman li Anter peyda dibe û dema li Girtîgeha Mamakê girtiye, di sala 1963'an de, dubare di vî warî de li ber xwe dide û vê carê li nêv lepê pergalê materyaleke wisa 'wek keleha ziman' bi piştevaniya hevalê xwe Cemal Alemdarê Hewlêrî amede dike ku ji Qimil'ê wirdetir.

Navê vê amadekirina Anter, "Ferhenga Khurdî-Tirkî" ye. Bi cureya xwe ferheng e. Ev ferheng 178 rûpel e û nêzîkî 11 hezar peyvî di xwe de dihebîne. Cara ewil li Stenbolê li 'Yeni Matbaa'yê di sala 1967'an tê çapkirin.

Anter di ferhengê de hem bi kurdî hem jî bi tirkî pêşgotin nivîsandiye û beriya pêşgotinê diyar dike ku 'Elfabeya zimanê khurdî û rêberya xwendina ferhengê, li talya ferhengê bi kurtî hatiye çapkirin.' Her wiha vê ferhenga xwe diyarî hevalê xwe Faîk Bucak ê ku di sala 1966'an de bi sûîqastekê li Rihayê tê qetilkirin dike.

Anter di pêşgotina ferhenga xwe de di vî warî de qala kêmaniyên xwe, zor û zehmetiyên amadekirina wê dike û wiha dibêje, " Gelekî di zorî, ne xweşî û tuneye da min ev ferheng nivîsî. Li ber çava ferhengek kevn nînbû û bi serda jî ez di bendexanê, qul û qulêra da bûm. Ji ber vê yekê, wê kêmanî û ne li rêyê min hebin. Ji xwe ferheng, bi jînêra dighin û distewin. Ev ferhêngêd xelkê î pêsda, 10-15 caran hatine çapkirin û de her carê da kêmî û ne li rêzî û ne li rêyên wan, rast kirine. Go ez mam sax, yan xwedyêddin, hey bi caran ji nûda em è vé ferhengê çap bikin. Wekîdin jî ez bahwer dikim ku ev ferheng, ji welatiyên min î Tirkiyê ra sûde (fêdeye). Ji nêzîk va zanim go bi milyona velatî ji ber go ji zimanêhev nizanin, bir kulin. Bi vê ferhengê û bi pey vê da a go ezê çap bikim (Ferhenga Tirkî Khurdî) go piçkokî kulêd wan sivik bibin, ezê pir baxtiyar bibim. Zanînekî vekirîye go mirov bi zarê hev nizanibin, hînî hev nabin."

Her wiha Anter di dawiya ferhengê de bi tabloyekê bi kurtasiyî alfabeyên ku di dîrokê de kurdan bi kar aniye dide der. Bi ser navê "Dengdan" derbareyê dengê tîpên kurdî de agahiyan dide û dest nîşan dike ku alfabeya kurdî ji 34 tîpan pêk tê û ji ber wê demê amûra nivîsandinê daktîloye bi 32 tîpan dinivîse. Di alfabeya ku Anter dide der ku pevdeng bi awayekî dîtir tîftong 'xw' tune ye, lê wî di ferhenga xwe de tîpa 'kh' bi kar aniye û bi vî awayî hin agahiyên rêzimanî dide der.

Li gel vê Anter di dawiya ferhengê de ji hêla fonetîkî ve bo tîpên dengdar û dengdêr jî bi destan tabloyek çêkiriye û bi hin nimûneyan alfabeya kurdî û tirkî berawirdî hev kiriye.

Anter herî dawî bi sernavê 'JI XWENDEWARA TIKA ME' wiha dibêje, "Di ferhanga me da kemanî pir hene, ez tika û hêvî dikim ku pirsin hûn jane hebin, ji mère bîden hev û rêkin. Ji nihave spaz dikim."

Her çiqas ferhenga Apê Mûsa ji hêla teknîkên modêrn ên ferhengnasiyê ve gellek qels be jî, bo 'bi demê re guherandina ziman û peyvan' çavkaniyeke girîng e û hewce ye li nêv pirtûkxaneya kurdî her cihê xwe bigire. Lê mixabin li gor çavkanî û vekolînan ji bilî çapa ewil a sala 1967'an heta niha nehatiye çapkirin û ji ber vê haya gelek kesan ji vê ferhengê nîne. Bes niha wek PDF li ber desta ye.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN