HDP dê beşdarî civîna awarte bibe
16 Tîrmeh
07:19
2016
ENQERE (DÎHA) - HDP a ku têkîldarî hewldana darbeyê daxuyaniya "tênake rê siyaseta demokratîk e" kir dê îro beşdarî civîna awarte ya li Meclîsê bê lidarxistin bibe.
Di daxuyaniya ku ji aliyê HDP'ê ve hate kirin de hate gotin ku Serokwekîlê Koma HDP'ê ÎDrîs Baluken bi Serokê Meclîsê Îsmet Kahraman re hevdîtin pêk aniye û wiha hate gotin: "Serokwekîlê Koma me birêz Îdrîs Baluken, bi Serokê Meclîsê Birêz Îsmet Kahraman re hevdîtin pêk anî û rêgeza me ya xwedîlêderketina siyaseta demokratîk vegotiye û ragihandiye ku dê beşdarî civîna awarte ya ku dê di 16'ê tîrmehê roja şemiyê bê lidarxistin bibin."
(sa)