DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Gîtara xwe hişt û tevlî refên berxwedanê bû

 
15 Tîrmeh
09:56 2016

MÊRDÎN (DÎHA) – Şervana YPS-JIN'ê Dîlber Dogan gîtara xwe ya bi zehmetî standî di mala xwe de hişt û berê xwe da nava berxwedana Nisêbînê û tevlî şehîdên tekoşîna azadiyê bû. Dayika Dogan, Fehîme Dogan, anî ziman ku dewletê zarokên wan şewitand, qetil kirin, lê ew cenazeyan zarokên xwe dixwazin.

Dîlber Dogan (24) yek ji cangoriyên YPS-JIN'ê ya berxwedana Nisêbînê ye. Dogan di berxwedana dîroka ya rêveberiyên cewherî ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da û tevlî kerwanê şehidan bû. Dîlber keça malbata ku ji 13 kesan pêk tê û li taxa Şehîd Gelhat ya li Nisêbînê ji dayik bûye. Dogan bi salan li kolanên Nisêbîna berxwedêr jiyana xwe berdewam kir û di her 5 'qedexeyên derketina derve' de bi malbata xwe re li hember êrîşên hêzên dewletê li ber xwe da. Beriya 'qedexeya' 14'yê adarê 4 rojan Dogan biryar da ku tevlî YPS-JIN'ê bibe û malbata Dogan li gel 'qedexeyê' bi zorê ji Nisêbînê hat koçberkirin. Malbata Dîlber jî wekî gelek maltabên ku zarokên wan di berxwedanên xweser yên Sûr, Cizîr û Geverê de jiyana xwe ji dest dayî, li benda cenazeya zaroka xwe ne.

Dîlber ji beriya êrîşên qirkirinê ya hêzên dewletê salekê bala xwe dide ser hunerê û bi zehmetî gîtar ji xwe distîne. Dîlber bi xwîşka xwe re perwerdeya gîtarê dibîne û demek şûnde car car tevlê konseran jî dibe. Lê di vê demê de êrîşên hêzên dewletê dest pê dike û li kolanên Nisêbînê pêvajoya şer destpê dike. Dîlber jî di 5 carên qedexeya derketina kolanan ya li ser Nisêbînê de dibe şahidê hovitiya hêzên dewletê û gîtara xwe dihêle tevlî berxwedana hêzên YPS-JIN'ê ya Nisêbînê dibe.

Dîlber jî wekî Leyla dîroka berxwedanê de bi cih girt

Malbata Dogan di tekoşîna azadiya gelê kurd de gelek caran berdelê dide. Dîlber jî wekî dotmama xwe Leyla Dogan ku di berxwedana Kobanê de di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dide cihê xwe di nava berxwedanê de digire. Dîlber jî wekî dotmama xwe Leyla di milê tekoşîna jinê de û di milê tekoşîna azadiya gelê kurd de dîroka berxwedanê de bi cih girt.

'Cenaze nayên naskirin'

Dayika Dîlber ya bi nav Fehîme Dogan bi gotina "Her kes pir ji Dîlber hez dikir û rihê tekoşînê her tim pê re bû" qala zarokatiya keça xwe Dîlber Dogan kir û got ku dewlet bi hovitiyê keça wî qetil kiriye. Dayika Dogan da zanîn ku wê ji ber teşhîskirina cenazeya keça xwe du caran xwîn daye nexweşxaneyên cûda û wiha axivî: "Hê jî min tiştek ji cenazeya keça xwe nezaniye. Min gelek cenazeyên ku di vê pêvajoya de hatî qetilkirin û nexweşxaneyan de tê rawestandin jî dît. Gelek cenaze hatibûn şewitandin û gelek jî xira bûne û nayên naskirin. Hinek jî çavên wan hatibûn derxistin. Dema min wan dît, dilê min ji min çû. Xwedê nahêle ji wan re."


'DAÎŞ hovitî ji AKP'ê hîn bu'

Dayika Dogan dest nîşan kir ku dewlet bi tanq û topan êrîşê wan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber ku tanq û topên me tuneye zarokên me qetil kirin. Dewletên navnetewî jî bû temaşevanên qetilkirina zarokên me. Çi bibe bila bibe min cenazeya keça xwe divê. Bi hovitiyek li cîhanê nehatî dîtin zarokên me qetil kirin û niha jî cenazeyên zarokên me nadin me. DAÎŞ hovitî ji AKP'ê hîn bû. Te qetil kir çima cenazeya zarokên me nadî me."

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN