DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ez dayika Kulter im, kurê min li ku ye?

 
13 Tîrmeh
09:08 2016

WAN (DÎHA) - Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi boneya bibin qerîna dayika Rêveberê DBP'ê Hurşît Kulter Kerime Kulter pirsa Hurşît kirin û gotin "Ez dayika Hurşit Kulter im. Kurê min li ku ye?"

Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter di 27'ê Gulanê de ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin û 47 rojin agahî jê nayê girtin. Malbata Kulter heta niha serî li hemû sazî û dezgehên dewletê dan, lê hêj tu agahîe ji Kulter nayê girtin. Dayika Rêveberê DBP'ê Hurşit Kulter, Kerîme Kulter got "An sax an mirî kurê min ji min re bînin" Li ser vê gotinê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya WAnê jî tev li qêrîna dayika Kulter bûn û aqûbeta Hurşît Kulter pirsîn.

‘Rabin ser piyan'

Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya, xwest her kes rabe ser piyan û wiha got: "Ez dayika Hurşit Kulter im. Kurê min li kuye? Hemû dinya alem zane ku Hurşît wekî berê niha jî ji aliyê dewletê ve hat revandin. Her kes dizane di destê dewleta tirk de ye. Pêçiya Hurşît jî xwîn bibe dewlet dê hesab bide. Ez bang li jinan dikin û dibêjim rabin ser piyan. Êdî sebra me nema."

‘Têxin zikê erdê jî em dê bibînin'

Endama Înîsiyatifa Dayika Aştiyê Leyla Duman jî bertek nîşanî windakirina Hurşît da û wiha got: "Dewlet bi windakirinê nikarin zarokên kurdan xelas bikin. Ew Hurşît têxin zîkê erdê jî em dê wî bibînin. Dewleta hov ciwanê me winda dike. Binçavkirin û girtin têra wan nake, niha jî winda dikin.

‘Em hesab ji dewletê dipirsin'

Dayika Aştiyê Perihan Aslan jî anî ziman ku ew êşa Kerime Kulter parve dike Hurşît kurê wan tevan e. Aslan, bang li dewletê kir û got: "Hurşit kuye bînin. Êdî Hurşît veneşêrin. Demsal, sal û sedsal derbas bibin jî em dê Hurşît bibînin. Em ji vê dewletê hesap dipirsin û em dê hesap bipirsin."

Dayika Aştiyê Hediye Koçak jî anî ziman ku ew destûr nadin êdî ciwanên wan ji wan bistînin û xwest dewlet Hurşît bi saxî bide wan.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN