DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

‘Ev vê hovîtiyê xêz nekim ez dê bifetisim'

 
13 Tîrmeh
09:01 2016

ÊLIH (DÎHA) - Resam Sadik Okan Aydin ku komkujiyên li bajarên Kurdistanê rû dan xêz dike, diyar kir ku ger ew vê hovîtiya pêş ketiye xêz neke û neye xuyakirin dê bifetise. Aydin, da zanîn ku ew dixwaze biçe Nisêbînê û dîwarên malên hilweşiyayî yên Nisêbînê rengo reng boyax bike.

Welatiyê 39 salî Sadık Okan Aydin, li taxa Kuyubaşi ya Êlihê mala xwe kir kargeha resîmê û hewl dide ku bi xêzan hovîtiya dewletê li bajarên Kurdistanê pêk hatiye bike tablo û belge. Aydin ku 20 salin karê resimê dike, heta niha tev li gelek bêşbirgên navneteweyî bû û li gelek welatên cîhanê pêşengeh vekir. Aydin, diyar kir ku ew difikire ku li gundekî Êlihê yê xera bûye pêşengeha wêneyan veke û balê bikşîne ser talankirina li gund û bajarên Kurdistanê. Aydin, diyar kir ku ger ew wêne û dîmenên hovîtî û komkujiyê xêz neke dê bifetise û wiha got: "Ez dixwazim biçim dîwarên malên xerabûyî bi wêneyên rengo reng xêz bikim û bikim belge.

Aydin, da zanîn ku di sala 1990'an de ji bo perwerdehiya ziman çû Filipinê û wiha got: "Ez li wir çûm kursa resimê û bûm resam. Ji wê rojê heta niha ez wêneyan xêz dikim. Aydın, da zanîn ku heta niha wî li Kurdistanê pêşengeh venekirin, lê piştî bajarên li Kurdistanê hatin rûxandin û xanî hatin xerakirin ew dixwaze li gundekî xerabe yê ÊLihê pêşengeha wêneyan veke. Aydin, da zanîn ku ew bi van wêneyan dixwaze balê bikşîne ser hovîtî û komkujiya dewletê û bike belge.

Aydin, da zanîn ku wî heta niha jina ducanî ya di qedexeya 79'an a li Cizîrê hat qetilkiri xêz kiriye û wiha got: "Kuştina wê jinê bandorek mezin li ser min çêkir. Di destekî wê de gîtar, dike qêrîn. Li bin piyê wê bajarê Cizîrê yê hatiye xerakirin heye."

Aydin, anî ziman ku wî tabloyek bi navê “maske” xêz kiriye û siyaseta îro ya Tirkiye vedibêje. Aydin, bilêv kir ku di vê tabloyê de 8 maskeyên cuda hene û ev rewşa siyaseta Tirkiye vedibêje.

Aydin, destnîşan kir ku dewletê Sûr, Cizîr, Nisêbîn wêran kiriye û ew dixwaze vê talankirina dewletê bi xêzan nebir bike.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN