Tûncel: Tiştekî ku Erdoganî bide gelan nemaye
WAN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel a li Wanê beşdarî vekirina kargeh, eywanên dawet û civînan bû diyar kir ku Serokomar Erdogan "Serfermandariya Şer" dike û wiha got, "Tiştekî ku Erdoganî bide gelên Tirkiyeyê nemaye."
Li navçeya Seraya Wanê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Parlementerê Wanê yê HDP'ê Adem Geverî, rêveberên HDP û DBP'ê beşdarî vekirina kargeh, eywanên dawet û civînan ên li ser Rêya 3'yê Nîsanê hatin avakirin bûn. Di vekirina ku bala gelê navçeyê kêşa de Hevşaredarê Serayê A.Kadîr Çalişkan axivî û got, xebatên li navçeyê her tên astengkirin.
Piştî Çalişkan Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel axivî û got, dê AKP ji ber derbeya xwe yî siyasî teqez dê rojekê hesab bide. Tûncel li ser polîtîkayên şerî yê AKP'ê rawestiya û bi bîr xist ku ji sala 2013'an heta 2015'an tu mirovekî jî jiyana xwe ji dest nedaye û balê kişand ser kuştin, binçavkirin û girtinên sala 2016'an. Tûncel dest nîşan kir ku modela serokatiyê ya ku wek modela tirk didin der derbeyê li têkiliyên di navbera gelan de dixe û pevçûnan dijwartir dike û diyar kir ku kesên vî welatî bi rê ve dibin, welat ber bi bûhranekê ve hêl dikin.
Piştî axaftinan hilbêjêr dest bi vekirina navendan kirin
Piştî bernameya li Serayê Tûncel tevî yên li gel xwe çû Navenda Çandê ya Berîvan a li navçeya Rêya Armûşê. Tûncel bi hevdîtina xwe yî gel re bi bîr xist ku gel ji bo piştevaniyê bidin Şoreşa Rojava ji her derê cîhanê bi awayekî girseyî ber bi Rojava ve çûne wû wiha got, "Berxwedana Kobaniyê li be rçava ye. Di pêşendiya jinê de şoeraş Rojava didome. Hikûmeta AKP'ê di ferqa vê şoreşê de ye. Di vê pêvajoyê de bo feraseta xwe yî hişt a netewyiyî bia wayekî topyekûn li dijî destkeftiyên kurdan êrîş pêka anîn."
‘Li maseya Qesrê biryara şer dan'
Tûncel balê kişand ser Mutabakata Dolmabahçeyê û anî ziman ku dema li Îmraliyê mase hat avakirin, di heman demê de li Qesrê jî mase hat avakirin û wiha got, "Li maseya Qesrê planên wek 'em dê çawa êrîşî destkeftiyên gelê kurd bikin' xwe dane der. Biryara şerî li ser vê maseyê hatiye dayîn. Bersiva herî mezin a ji bo vî şerî jî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bûn."
‘Erdoganî Serfermandariya Şerî dike’
Tûncel diyar kir ku Serokomar Erdogan "Serfermandariya Şer" dike û wiha got, "Li Agirî û Amedê bi provakasyonan dawî li pêvajoya aşitiyê anîn. Tiştekî ku Erdogan bide gelên Tirkiyeyê nemaye. Ji bilî AKP'ê her kes wek 'terorîst' hatiye îlankirin. Bi feraseta ewleparêziyî armanc pêk nayê û dê neyên jî."
‘Mufettîş ji Şaredariyên DBp'Ê dernakevin'
Tûncel li dijî gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên arasteyî Şaredariya Bajarê Mezin ên wek "400 trîlyon çû kuderê" bertekên xwe dan der wû wiha got, "Li Tirkiyeyê di nav şaredariyên herî deyndar de 17 şaredariyên AKP'ê hene. Li vir dixwazin şaredariyê me desteser bikin. Hîn îro bi ser mala Hevşaredarê me yî Qelqeliyê de girtin û hat binçavkirin."
Tûncel got "Zagona Mucadeleya Bi Terorê, bûye zagona mucadeleya bi kurdan re" û dest nîşan kir ku ev hemû êrîş didin der ku dawiya AKP'ê hatiye û wiha axivî: "Plana rûxandinê ya li Kurdistanê rûxiyaye. Me ev li kuderê dît, hemû xetên wan î sor pûç bûn. Li Rojava di pêşengiya fermandara jin de xeta sor tarûmar bûye. Rewşa bi Rûsya, Îsraîlê re li ber çava ye. Bes rêyeke li ber gelê kurd heye, an azadî an azadî."
‘AKP di civakê de zimanekî nefretî afirand'
Tûncel zimanê nefretî yê ku AKP'ê di civakê de afirandiye jî dest nîşan kir û wiha got, "Li Kurdistanê di qezayekê de dema mirov dimirin li ser civaka medyayî wiha tê nivîsand 'oxweş bû, ji xwe ev mezin bibûnan dê bibûnan terorîst'. Yê ku ev ziman afirand AKP bi xwe ye."
Tûncel bi bîr xist ku 13'ê Tîrmehê salvegera komkujiya Zîlanê ye û wiha axivî: "Li vir 15 hezar kurd hatin qetilkirin. Di 1937'an de komkujiya Dêrsimê pêk hat. Di 14'ê Tîrmehê de jî li Zindana Amedê hevrêyên Mazlûm Dogan dest bi rojiya mirinê kirin. Îro jî di heman rêyê heta dawiyê dimeşin. Çawa ku Mmzlûm Dogan digot "Teslîmiyet ber bi îxanetê, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe'. Zindana Amedê remza vê berxwedanê ye. Îro jî ev berxwedan didome."
Pişt re Tûncel tevî yên li gel xwe beşdarî vekirina Parka Înanê ya li Taxa Sixkê ji hêla şaredariyê ve hat çêkirin bûn.
(red)