DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Romanek Nû "Jiyana Hevpar"

 
12 Tîrmeh
13:28 2016

AMED (DÎHA) - Romana girtiyê ji doza PKK'ê tê darizandin Fevzî Esen a bi navê "Jiyana Hevpar" ji weşanê Goranê bi zimanê tirkî derket.

Romana nivîskar Fevzî Esen ê ji doza PKK'ê tê darizandin bi navê "Jiyana Hevpar" ku jiyana nivîskar bi xwe digire dest hat çapkirin. Roman ji serhildanên Kurdan, Koçberî û dahûrandinên deshilatdaranên koçberkirinê pêk tê. Çîroka nifşê nû ên hatine guhartin li ber qeraxê bajarê hatiye wendakirin tê pirsyar kirin. Roman ceribandina nivîskî ya nivîskar a ewilî ye. Bi devê leşkerekî ku tevlî serhildana Dêrsimê dibe tê vegotin. Piştî hilweşandina mezin, qedera ku hatiye jiyankirin bi xwe re dibe Birahîmê Botî, di dema qirkirinê de bi dû şopa zarokekî ku xelas dike dikeve. Piştî qirkirinê ev zarok koçberî Edeneyê dibe ku sal 1990'e û rastî serhildana dawî ya pêşeroja dîroka xwe dibe. Tevahî lehengan bi rastiya li Çukurovayê tên ba hev bi jiyaneke hevpar a koçberiyê re.

Leheng zarokê malbata koçber e

Leheng bi xwe zarokekî malbateke koçberî Çukurovayê bûye, dibe awêneye ji trajediya koçberên ji xaka bav û kalên xwe bidûr ketine.

Roman bi sê beşan tê hûnandin. Raborî, dahatû û ji koçberiyê avakirina bêwelatbûnê ji rastî û çîrokên kurdewariyê ve pêktên. Nivîskar, hilweşandinên ji şer, tişta ku hatiye jiyandin, koçberkirin, qirkirina Dêrsimê; bi Romana xwe re lehengan bi awayeke sosyolojik û herikbar pêşkêşî xwendevanan dike.

Nivîskar li hember teza pergala totaliter ya "kesê ku raboriyê qontrol bike, dahatûyê jî qontrol dike;"bi xwe dibe rûyê din yê îroyîn kubûye bertekek tevgera raboriyê û xwendevan bi çîroka xwe re rû bir û dihêle. Bi awayeke din, ev pirtûk dibe awêneyê dîroka derbasbûyî ya ku dixwestin bê jibîrkirin, di hîşmendiya mirov de didahûre ûnade jibîrkirin.

"Jiyana Hevpar" romana nivîskar Fevzî Esen ya yekemîn e. Fevzî Esen lawê malbatek di sala 1908'an de koçberî Edeneyê bûye û di sala 1975'an de li navçeya Dihê ya girêdayî navenda Sêrtê hatiye dinê. Di sala 1990'an de tevlî nava refê gerîlayan bû ye. Di sala 1991'an de li navçeya Qilabanê ya girêdayî Şirnexê hate girtin, cezayê muebetê girt û hîn girtî ye.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN