DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Di şexsê Tûncelê de dixwazin jinan bitirsînin'

 
11 Tîrmeh
14:43 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Hevgirên KJA'yê yên Mêrsînê, li dijî gefxwarinên arasteyî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tûncel bertekên xwe dan der û diyar kirin ku di şexsê Tûncel de gefên ku bo jinên di bin banê HDP, DBP û KJA'yê de siyasetê dimeşînîn tên xwarin, dê tu carî wan netirsîne û dê serî li ber van gefan netewînin.

Hevgirên KJA'yê yên Mêrsînê, li dijî gefxwanên polîsan ên arasteyî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tûncel bertekên xwe dan der. Di cîvina çapemeniyê ya ku li avahiya HDP'a Mêrsînê hat lidarxistin de Berdevka KJA'ya Mêrsînê Meral Gultekîn axivî. Gultekîn diyar kir ku êrîşên zayendî û şidetî yên arasteyî jinan di serdema AKP'ê de bi awayekî sîstematîk zêde bûne.

Gultekîn dest nîşan kir ku ji hêla polîsan ve gef li Tûncel hatine xwarin û wiha got, "Ji hêla AKP'ê ve di şexsê Tûncel de tê xwestin ku hemû jinên di bin banê HDP, DBP û KJA'yê de bitirsînin. Lê belê bila polîsên AKP'ê vê baş bizanibin ku, em wek hevalên Sêvê, Pakîze, Berjîn û jinên din ên di berxwedana xwerêveberiyê de bedenên li nêv kuçeyan hatin teşhîrkirin û jiyana xwe ji dest dan heke ji gefxwarinan bitirsiyanan niha me liberxwe nedida."

Gultekîn herî dawî anî ziman ku ew dê wek KJA'ayê li ber êrîş û binpêkirinên herî dawî tu carî serî netewînin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN