DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

MYK'ya HDP'ê civiya

11 Tîrmeh
14:24 2016

ENQERE (DÎHA) - Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDP'ê, di bin banê Hevserokatiya HDP'ê de civiya.

Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDP'ê di bin banê hevserokên giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de civiya. Dê di civînê de li gel nirxandina geşedanên rojane, dê derbareyê betalkirina destnedayînên parlementerên HDP'ê yên ku beriya cejnê bo îfadedayînê teblîgat bo wan hatibûn şandin û geşedanên li bajarên Kurdistanê bên nîqaşkirin û dê derbareyê pêşerojê de planeke berfireh bê amadekirin.

Tê payîn ku derbareyê civînê de dê Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen, di dawiya civînê de daxuyaniyê bide.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN