DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Dîcle: Hişmendiya dewletê û DAIŞ'ê yek e

 
10 Tîrmeh
15:44 2016

AMED (DÎHA) - Hevserokê KCD'ê Hatip Dîcle di civîna DBP'ê ya bi gel re pêk anî de diyar kir ku dewleta ku 23 sal berê Lîce û Madimak şewitand û 25 sal berê Vedat Aydin revandin û qetil kirin, îro dîsa Lîcê şewitand û rêveberê BDP'ê Hurşit Kulter winda kirine. Dîcle, da zanîn ku dîsa li jêrzemînên Cîzîrê mirov şewitandin û hişmendiya dewletê û DAIŞ'ê yek e.

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi armanca geşedanên dawî niqaş bike li salona konferansê ya Vedat Aydin a DBP'ê ya Amedê civîna gel pêk anî. Di civînê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevserokê KCD'ê Hatip Dîcle Parlementerên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demîrel, Feleknaz Uca û Nûrsel Aydogan, rêveberên DBP û HDP'ê û gelek saziyên civakî amade bûn. Alîkariyê Hevserokê Giştî yê DBP'ê yê Mehmet Arslan diyar kir ku dewletê li Kurîstanê qetlîam pêk anî û gelê kurd her dem bi serbilindî têkoşiya û got: "Dewlet dixwaze destkeftiyê gelê kurd ji destê wan bistîne. Em dizanin bi destê AKP'ê komkujî pêk hat. "

Dewletê xwedîderketina Vedat Aydin tehemul nekir û 8 kes qetil kirin

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî pêvajoya siyasî nirxand û diyar kir ku 25 sal berê di îro Wedat Aydın ji aliyê polîsên dewletê ve hat revandin û bi îşkenceyê hat kuştin. Dîcle da zanîn ku wan 25 sal berê soz dabû şehîdê xwe û hêj li ser soza xwe ne ku têkoşîna wî mezin bikin. Dîcle, destnişan kir ku dema cenazeyê Vedat Aydin hat Amedê, gelê Amedê ew bi girseyî pêş wazîkirin û ji ber dewletê ev girêdana gel a bi Vedat Aydin re tehamul nekir êrîş pêk anîn 8 kes qetil kirin.

'Dewlet û DAIŞ xwedî heman mejî ye'

Dîcle, nêzîkatiya çeteyên DAIŞ'ê û dewletê şirove kir û da zanîn ku îro jî dewlet mirovan winda dike û çeteyên DAIŞ'ê jî mirovan direvîne û qetil dike. Dicle, bal kişand ser windakirina rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter û wiha got: "Hemû kes dipirsin. Lê bersîv tune. Çeteyên dewletê 23 sal berê li navçeya Licê ya Amedê Fermandarê Tugayê ya Licê Bahtiyar Aydin qetil kirin. Dewlet ev kir hincet û êrîşî Licê kir. Herî kêm 20 kes qetilkirin û Licê şawitandin. Çend roj berê Licê dîsa dorpeçkirin û daristanên wê şewitandin. Berê jî şewitandin û niha jî dişewitînin. Li Madimakê 35 kes hatin şawitandin. Li Cizîr jî mirov di jêrzemînan de şewitandin. DAIŞ jî li Rojava mirovan dişewitîne. Dewletê xwest li Licê jî 35 welatiyan bi benzînê bişewitîne. Ev diyar dike ku dewlet û DAIŞ yek e. "

Dîcle, bibîrxist ku 100 sal berê polîtîkayên îtihat û terakiyê ji polîtîkayên Osmanî xwedî bûbûn û îro dîsa heman polîtîka û feraset bi rêbazên cuda di meriyetê dene. Dîcle, da zanîn ku dîsa bi rêbazên cuda êrîşî hemû nirxên kurdan dikin. Dewlet dixwaze hemû destkeftiyên kurdan ji destê wan bigire. Lê êdî gelê kurd van êrîşên li ser xwe qebûl nake."

'Pêdivî bi alîkariyek her dem heye'

Dîcle, da zanîn ku ji 5'ê Nîsanê heta niha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin tecrîtê giranê daye û wiha got: "Pêwiste ev tecrîtê li ser Ocalanê bê şikandin. Em dê ji bo azadiya Ocalan qampanyayek mezin bimeşînin. Dîsa ji bo piştevaniya gel dê alîkarî bidome. Em dê bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya xwe bi dest bixin."

Şertê sereke azadiya Ocalan e

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên xwe yê kirej bi ser nakeve û wiha got: "Erdogan bêyî fedî bike dibêje ev şer ji bo xendekan dest pê kiriye. Em zanin ev şer ji bo çi destpê kiriye. Rêberê PKK'ê brêz Abdullah Ocalan ne tenê ye. Ocalan pêşêroja gelê Kurd e. Ji bo me şartê sereke azadiyê Ocalan e. Brêz Ocalan ji bo mîrov neyên kuştin pêvajoya aştiyê dest pê kir. Lê AKP'ê pêvajo xera kir û şer geş kir. Ev şer heta dawî nameşe. Gel dê destûr nede vî şerî û dê çareserî jî bi destê gel pêş bikeve."

Piştî axaftina Tuncel civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

(rd-az/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN