Dixwazin penaberan li bajarên kurdan bi cih bikin
EVRÎM KEPENEK
STENBOL (DÎHA) – Hevseroka Giştî ya DBP’ê sabahat Tuncel diyar kir ku îdiayên wekî penaberan li bajarên kurdan ên hatine xirakirin û şewitandin bi cih bikin hene û li sînor jî hedefekî wekî “Kembera ereb” “Korîdora AKP’ê” bê avakirin heye. Tuncel merhaleya heyî ya pirsgirêka kurd gihîştiye wekî “An dê çareserî pêk bê, yan jî çareserî pêk bê” nirxand.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel geşedanên rojane ji DÎHA’yê re nirxand. Tuncel got ku polîtîkaya neçareseriyê ya ku AKP’ê di pirsgirêka kurd de ferz dike tercîhek e. Tuncel destnîşan kir ku AKP li gorî geşedanên polîtîk ên li Rojhilata Navîn di pirsgirêka kurd de ji nû ve pevçûn tercîh kiriye û pirsgirêka kurd tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn jî xalekî kilît e.
‘Ji bo şer berê xwe da neçareseriyê’
Tuncel anî ziman ku îxtidar li şûna ku pêvajoya çareseriyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 2013’an de da destpêkirin veguherîne aştiyê veguherandiye şer û wiha berdewam kir: “Di esasê xwe de stratejî hatiye guhertin. Hikûmeta AKP’ê ji dest pêkê heta niha li şûna ku pirsgirêka kurd çareser bike hêviyên çareseriyê ji bo xurtkirina îxtidara xwe û di bin navê demokratîkbûnê de xwe anî asta dewletbûnê. Wekî ku AKP îdia dike vî pêvajoyê bi kolandina xendekan ve dest pê nekir. AKP ji bo şer bide destpêkirin di pirsgirêka kurd de kete pêvajoya neçareseriyê. Li Serêkaniyê kuştina du polîsan bi kar anî. Piştre derket holê ku di vî bûyerê de tiştên cuda hene. AKP bi gotinên şer û mîlîtarîzmê ve kete pêvajoya ku xwe xurt dike.”
‘Heta nêzîkatiyekî cidî nebe Ocalan dê hevdîtinê pêk neyne’
Tuncel anî ziman ku dewlet bi awayeke cidî nêzîkî pêvajoya çareseriyê nebûye û di vî merhaleyê de dewlet bixwaze bi Ocalan re biaxivî jî ew ê hevdîtinê pêk neyne. Tuncel destnîşan kir ku heta ku di warê demokratîkbûnê de dewlet gavên cidî neavê hevdîtin ji nû ve dest pê nake. Tuncel bilêv kir ku di vî pêvajoyê de ev şer ne ji bo berjewendiyên gelan ji bo berjewendiyên AKP’ê ye û ev yek hatiye fêmkirin.
Tuncel derbirî ku di çarçoveya polîtîkayên şer de AKP li dijî navên pêşeng ên civaka kurd şerekî cidî dimeşîne, rakirina destnedayînên parlamenterên HDP’ê, îdiayên tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên DBP’î ji vê cudatir nîne. Tuncel got ku AKP tevgera kurd li hemberî feraseta xwe ya yek perest û dîktatoriyê xetere dibîne.
‘Rojên dijwar li pêşiya Tirkiyeyê ye’
Tuncel diyar kir ku hevkariya AKP’ê ya bi DAIŞ û El-Nusrayê encamên xirab ji bo Tirkiyeyê aniye û heke ev polîtîka berdewam bike dê AKP welat parçe bike. Tuncel wiha berdewam kir: “Ji bo kurdan êdî dê yan çareserî pêk bê yan jî çareserî pêk bê. Ewil divê birêz Ocalan azad bibe. Piştî vê dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Heke AKP di van polîtîkayên kevn de israr bike, dijberiya kurdan bidome dê AKP Tirkiyeyê bine asteke jê veneger.”
‘Dewlet xizmetên şaredariyên me asteng dike’
Tuncel anî ziman ku tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên DBP’ê di warê qanûnî de nepêkan e û ev gotin tenê gef e. Tuncel bilêv kir kut ê xwestin şaredariyên DBP’ê marjînal bên kirin, dewlet xebatên şaredariyên DBP’ê asteng dike.
‘Dixwazin li sînor korîdora AKP’ê ava bikin’
Tuncel têkîldarî gotinên ê welatîbûnê bidin welatiyên Sûriyeyê jî anî ziman ku wekî “Kembera ereb” a ku Esad li sînorê Sûriyeyê ava kir, AKP jî li herêma sînor “Korîdora AKP’ê” ava bike. Tuncel da zanîn ku îdiayên wekî dê welatiyên Sûriyeyê li bajarên kurdan ên hatine xirakirin û şewitandin hene û AKP bi vê yekê ve dixwaze civakê ceza bike. Tuncel destnîşan kir ku AKP Kurdistanê bi rêveberiya awarte ve bi rêve dibe, ligel hemû qatlîaman jî gel axa xwe neterikandiye. Tuncel got ku gel êdî polîtîkayên dewletê baş nas dike, gotinên wekî “gel berê xwe daye dewletê” jî derew in.
‘Em ê pêvajoya demokratîk ji nû ve înşa bikin’
Tuncel diyar kir ku weke DBP peywira wan a esasê mafên kurdan misogerkirin e û ji bo vê xebat meşandin e. Tuncel herî dawî wiha go: “Em ê piştgiriyê bidin hewldanên demokratîk ên li Rojhilata Navîn. Em ê berxwedana gelê kurd gaveke pêş ve bibin û encamên şenber bi dest bixin. Em ê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Kurdistanê pêvajoyeke demokratîk ji nû ve înşa bikin.”
(sa)