DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Kerestecîoglu: Tenê riyeke me heye ew jî berxwedan e

 
9 Tîrmeh
16:33 2016

HATAY (DÎHA) - Ji bo Rapora Komîsyona Hevduberdanê ya AKP'ê şermezar bikin li Hatayê panelek hat lidarxistin, Wekîla HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu di panelê de axivî û diyar kir ku tenê riyeke li hemberî êrîşên AKP'ê heye ew jî berxwedan e.

Piştî Rapora Komîsyona Hevduberdanê ya AKP'ê li meclisê ji hêla AKP'iyan ve hat qebûlkirin, di pêşengtiya Meclisa Jinên Hatayê ya HDP'ê de li Baxçeyê Çay ê Ozgur bi sernavê "Em komîsyonê nas nakin mafên xwe nadin xespkirin" panelek hat lidarxistin. Wekîla HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu û rojnameger-nivîskar Gulfer Akkaya jî beşdarî panelê bûn.

'Çanda sedeqeyê te pêşxistin'

Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Gulfer Akkaya axivî û da zanîn ku bi Rapora Komîsyona Hevduberdanê ya hatiye amadekirin, dê di navbera mêr û jinan de wekheviyekî neyê sazkirin, berovajiyê dê jinê hêj zêdetir bike kole. Akkaya bi lêv kir ku AKP'ê bi vê raporê re li hemberî jinan şer daye destpêkirin û got "AKP dixwaze çanda sedeqeyê bi peş bixe" û aşkera kir ku di demên dawî de li hemberî bedena jinê û keda jinê êrîş tên kirin, divê li hemberî van êrîşan têkoşîn bê mezinkirin.

'Em dê mafên xwe nedin xespkirin'

Kerestecîoglu jî mafê axaftinê girt û piştrast kir ku tiştên bi raporê danîne holê ne qanûnî ne, lê dibe ku ev wekî pêşnûneqanûnekî derkeve pêşberî jinan. Kerestecîoglu destnîşan kir ku ew hêza li hemberî êrîşên li dijî jinan pêk tê heye û wiha pêde çû: "Ji bo ev êrîşên AKP'ê yên li dijî jinan pêk tên bên rawestandin, berxwedan divê. Ev Komîsyona Hevduberdanê ji bo mêran biparêzin hatiye avakirin. Em dê tu carî mafên xwe nedin xespikirin."

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN