DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Tuncel: Li Qesrê masa şer ava kirin

 
8 Tîrmeh
16:55 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, li Stenbolê beşdarî bernameya ciwanan bû û diyar kir ku Erdogan li Qesrê masa şer ava kiriye. Tuncel, anî ziman ku fermandariya şer jî Tayyip Erdogan dike.

Meclîsa Ciwanên Herêma 2'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şîara "Li Sûr, Cizîr û Nisêbînê deng bide jiyanê" bernameyek pêk anî. Bername li Salona Dahletê ya Fîgora ya Okmeydani pêk hat. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Sebahat Tuncel û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş amade bû.

Li salonê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û posterê Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tunç û Rêveberê HDP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter ku 43 rojin agahî jê nayê girtin rakirin.
Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Di serî de Hevserokê HDP'a Stenbolê Doğan Erbaş axivî û diyar kir ku ji bo şer bi dawî bibe divê Ocalan bibe navbênkar û şert û mercên Ocalan baş bibin. Erbaş, anî ziman ku kengî Ocalan azad bû wê demê dê pirsgirêka Tirkiye jî çareser bibe.


Tuncel: DAÎŞ li yê ew mezin kirine dide

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku Tirkiye DAIŞ mezin kir û xwedî kir û îro DAIŞ li Tirkiyeyê dixe. Tuncel, da zanîn ku DAİŞ ji aliyê modernîteya kapitalist ve hat mezinkirin û îro DAÎŞ li Tirkiye dide. Tuncel, xwest her kes li dijî DAIŞ'e şer bike û wekî kurdan li dijî DAIŞ'e di ber xwe bide. Tuncel, anî ziman ku şerê li Rojava pêş dikeve ji bo azadiya helû gelan e. Tuncel, li Stenbolê beşdarî bernameya ciwanan bû û diyar kir ku Erdogan li Qesrê masa şer ava kiriye. Tuncel, anî ziman ku fermandariya şer jî Tayyip Erdogan dike.

Di bernameyê de bê navber silogan tên berzkirin. Bernameya ciwanan bi stranên hunermend Pinar Aydinlar, Rojda û Aram Serhad didome.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN