DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

KJA'yê gefa li hemberî Sebahat Tuncel şermezar kir

8 Tîrmeh
14:47 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevseroka Gitî ya DBP'ê Sebahat Tuncel maşîna wê li Şirnexê ji hêla polîsan ve hatibû rawestandin û gefa kuştinê li Tuncel hatibû xwarin. Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Tirkiyeyê bi daxuyaniyekî êrîş şermezar kir.

Piştî maşîna Hevseroka Gitî ya DBP'ê Sebahat Tuncel li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji hêla polîsan ve hat rawestandin û gefa kuştinê li Tuncel hat xwarin, bertekek jî li Koordînasyona Kongreya Jinen Azad (KJA) a Tirkiyeyê.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku gelê Kurdistanê dema ji bo jiyanek azad, ekolojîk û komunal dixwaze bi hêza xwe ya cewherî ava bike, ev bi gefên faşîzma AKP'e re rû bi rû dimîne û li hemberî vê vînê êrîşên giran tên kirin. KJA'yê minaka herî dawî jî êrîşa li hemberî Tuncel da nîşan û ev jî wekî tirseke ji têkoşîna jinê nirxand.

Di daxuyaniyê de êrîşa li hemberî Tuncel hat şermezarkirin û ev tişt hat gotin: "Têkoşîna ku ji bo mafên rewa tê dayîn rojên wanên azad nêz in. Lê dê tirsa AKP'ê ya ku dê dawiya wan bîne tu faydeyên xwe tune ye." Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku dê tu êrîş vîna jinan neşkîne û wiha hat gotin: "Dê serkeftin ya gelê ku ji bo mafên xwe yên rewa têdikoşe be û dê kesên êrîşkar demek ji ya din zûtir li ber hiqûqê hesab ji wan bê pirsîn."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN