DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

DYA: Nêrîna meya der barê YPG û PYD'ê de neguheriye

 
8 Tîrmeh
12:54 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî civîna NATO'yê ya li paytexta Polonyayê li Varşovayê tê lidarxistin bibe, çû derveyî welat, dîsa êrîşê YPG û PYD'ê kir û ji DYA'yê xwest wekî rêxistinên terorê yên wekî El Qayîde û DAIŞ'ê nêzîkî YPG û PYD'ê bibe. Lê DYA'yê da zanîn ku nêrîna wane li hemberi YPG û PYD'ê neguheriye.

Berdevkê Wezîre Karên Derve yê Amerîkayê John Kîrby li Washîngtonê daxuyanî da çapemeniyê û aşkera kir ku ew wekî DYA, YPG û PYD'ê di nava rêxistina terorê nabînin.

Kîrby diyar kir civîna NATO'yê ya ku tê lidarxistin dê Wezîrê Karê Derve John Kerry jî beşdar be û di vê civînê de daxwaza sereke ya Erdogan ew e ku YPG û PYD'ê jî wekî DAIŞ'ê bikin lîsteya terorê. Li ser pirsa 'nêzikatiya weya li hemberî vê çî ye?' Kîrby ev tişt got: "Nêrîna DYA'yê ya der barê YPG û PYD'ê de neguheriye û em van rêxistina wekî rêxistinên terorê nabînin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN