Li Dallasê tola reşikan: 5 polîs hatin kuştin 7 jî birîndar in
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî li DYA'yê di nava hefteyekê de 2 welatiyên reşik ji hêla polîsan ve hatin kuştin, bertekên li hemberî hovîtiya polîsan xwe dan der. Di xwepêşandanên hatin li darxistin de 5 polîs hatin kuştin, 7 jê birîndar bûn. Li gorî agahiyan rewşa 3 polîsan giran e. Her weha 3 çalakvan hatin binçavkirin.
Li gorî ajansa Reutersê ev bûyer di dîroka nêz de bûyera herî cidî ya li dijî polîsan derketiye pêş e. Piştî ku Philando Castile û Alton Sterling ên reşik li Eyaletên Louisiana û Minnesotayê ji hêla polîsan ve hatin kuştin, li Dallasê, li Parka Belo Gardenê xwepêşandan hatin lidarxistin. Duh li gorî saeta herêmî di 20.45'an de 2 sekvanan gelek polîs kirin hedef. Di encamê de 5 polîsan hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn û rewşa 3 polîsan jî giran e.
Li gorî şahidên buyerê êrîşa li hemberî polîsên amerîkî, dema ku girse belav dibû pêk hatiye. Li gorî agahiyên polîsan 3 kes hatine binçavkirin û yek ji wan bi polîsan re ketiye pevçûnê.
45 deqeyan şer kir
Di vê navberê de şefê polîsê Dallasê David Brown, diyar kir ku kesê bi polîsan re şerê çekdarî kiriye îdia kiriye ku wî ‘li her çar aliyê bajêr bombe bi cih kiriye'. Brown wiha awivî: "Gumanbarekî ku 45 deqeye bi me re şer dike, got ku dawî hat, ew ê zêdetir polîsan bikuje û him li ciyê ku xwe veşartiye û him jî li beşên din ên bajêr bombe hene."
Şaredarê Teksakê Mike Raqlings li ser bûyerê civîneke çapemeniyê lidarxist û ev tişt anî ziman: "Bi rastî ev kabûsa me ya herî xirab bû. Ji bo bajarê Dallasê demeke dilşewat e."
(ms)