HDP: Dixwazin krîzeke nû biafirînin
ENQERE (DÎHA) - Piştî destnedana wekîlên HDP'ê hat rakirin û bi zextên darêzê re rû bi rû hatin hiştin, dozger berî "biryara bi zorê bînin" bide wekîlên ku mafên xwe yên parastinê ji bi kar neanîne, dê der barê wan de darizandinê bide destpêkirin. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen rewş nirxand û ev wekî sinyaleke "nermbûnê" nirxand û ev tişt got: "Ji xwe ev rewş ji hêla wan ve hat afirandin. Niha wekîlên ku parastina xwe nekirine bên darizandin û hikûm bê dayîn ev dê pêşî li krîzeke din veke."
Piştî destnedana wekîlên HDP'ê hatin rakirin, hevserokên giştî jî di nav de, dozger bang li wekîlên HDP'ê kir ku "îfadeyê" bidin. Ji ber ku wekîlên HDP'ê berê dabû zanîn ku ew dê neçin îfadeyê, li ser vê dozger berî biryara "bi zorê bînin" bide, der barê wekîlan de biryara girtina giyabî da û tê gotin dê doz bê vekirin, dê dadgeh jî van dozan bibîne.
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, da zanîn ku dê "dozger biryara bi zorê bînin" nede û wiha got: "Lê ev pêkanîna giştî nayê wê wateyê dê wiha nebe. Daraz li gorî rewşê û li gorî işaretên desthilatdariyê nêzikatiyan dide nîşan. Daweta ji bo Yuksekdag hatiye şandin mînakeke vê yekê ye."
Pêvajoya darêzê di însiyatîfa hikûmetê de ye
Bîlgen di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku wekî ku tê xuyakirin pêvajoya darêzê jî di însiyatîfa hikûmetê de ye û wiha pêde çû: "Dixwazî ev di însiyatîfa hikûmetê de bi pêş bikeve, dixwazî ji derveyî kontrolê bi rêbazên cuda de bi pêş bikeve. Ev wekî mijareke bazarê bi karanîn bi serê xwe gef û şantajeke e. Bi vê hewldana dixwazin siyasetê di kontrolê de bigirin. Em difikirin ku ji bo xwe bigihînin vê hedefê ev pêkanîn xistine dewrê."
'Dê rê li nîqaşên cuda veke'
Bîlgen diyar kir ku berî îfadeyê, pêvajoya darizandinê dê bi xwe re gelek pirsgirêkan bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dema îfadeyê de divê teqes mafê parastinê ya kesayetî bê dayîn. Di rewşeke fîlî de, dewamkirina darizandinê, dê di pêşerojê de bi xwe re hin nîqaşên cuda bîne. Ev jî tê wateya dê pêvajo neyê temamkirin."
Ev polîtîkaya tasfiyeyê ye
Bîlgen herî dawî destnîşan kir ku yên rewş anîn vê derê hikûmet bixwe ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke yê sinyala pêvajoyeke nermbûnê bidin, divê hemû êrîşên li hemberî gel bi dawî bikin û mafê jiyanê bên sererastkirin. Berovajiyê wê dê ya din dewama polîtîkaya tasfiyeyê be."
(ms)