DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

'DAIŞ li Tirkiyeyê 3 noqteyên derbasbûyînê bi kar tîne'

 
7 Tîrmeh
11:14 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - AP'ya ku derbareyê kesên tevlî DAIŞ'ê dibin de zêdeyî 4 hezar belge vekolandin, dest nîşan kir ku DAIŞ ji sînorê Tirkiyeyê 3 noqteyên serekê yên derbasbûyînê bi kar tîne.

Ajansa Nûçeyan Assocîated Press(AP) ya ku di navbera Îlona 2013-Kanûna 2014'an derbareyê endamên DAIŞ'ê yên ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin de 4 hezar û 37 belgeyên li dest xwe vekolandin, îdia kir ku kesên tevlî DAIŞ'ê dibin sê noqteyên girîng bi kar tînin. Li gor vekolîna AP'ê, çeteyên DAIŞ'ê yên derbasî Sûriyeyê dibin ji sê parên wan yek jê herêmên wek Akçakale, Karkamiş û Oncupinarê bi kar tînin.

Li gor AP'yê, ji belgeyan 3 hezar û 900'ê heb agahiyên derbareyê noqteyên derbasbûyînê di xwe de dihebînin. Ev belgeyên han, didin der ku kesên beşdarî DAIŞ'ê dibin 19 noqteyên cuda yên derbasbûyînê bi kar tînin, lê belê herî zêde derbasbûyîn di 3 noqteyan de pêk tên.

AP radigihîne ku DAIŞ'iyên di belgeyan de hatine tomarkirin, 2 hezar û 930'yê wan di ser Girê Spî(TIl Ebyad), Cerablûs û Ezaz re derbasî Sûriyeyê bûne. Di belgeyên ku derbareyê neteweya DAIŞ'iyan agahiyan dihebînin de, da zanîn ku ji herêmên Afrîqaya Bakur, Rojhilata Navîn, Ewropa, Qafqasya û Asyaya Başûr kes beşdarî DAIŞ'ê dibin.

Li gor nûçeya AP'yê, kesên biyanî yên tevlî DAIŞ'ê bûne, teqabulî ji sedî 25-40'î dikin. Her wiha AP dest nîşan kir ku ev belgeyên han derbasbûyîna endamên DAIŞ'ê yên ji ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin hemûyan di xwe de nahebîne.

Li gor texmînên CIA'yê yên Teşkîlata Nûçewergirtinê ya Navenda Amerîkayê, di dawiya 2014'an de di navbera 20 hezar- 31 hezar û 500 şervanê DAIŞ'ê hene. Hat texmînkirin ku ji vana herî kêm nêviyê wan biyanî ne.

AP daxuyand ku ev belgeyên han qeydên DAIŞ'ê ne û ji hêla malpera înternetê ya muxalîf a Sûriyeyê Zaman al-Wasl ve hatiye peşkandin û nizilandin. AP ragihand ku Zaman al-Wasl ev belgeyên han bo wan temîn kiriye.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN