250 mîlyon zarok li qada şer dijîn
STENBOL (DÎHA) - Li gorî lêkolîna Fona Alîkariya Zarokan UNICEF a Neteweyên Yekbûyî (NY), li tevahiya cîhanê 250 mîlyon zarok dijîn.
Fona Alîkariya Zarokan UNICEF a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora 2016'an aşkere kir û diyar kir ku li gorî lêkolînan li tevahiya cîhanê 250 milyon zarok li qadên ku şer lê heye dijîn. Li gorî nûçeya Deutsche Welle ji 2'emîn Şerê Cîhanê heta niha herî zêde di vê demê de zarok li qadên şer dijîn. Li gorî rapora UNICEF a 2016'an li gorî 70 sal berê rêxistinên şer derketine asta herî jor. Li gorî raporê li tevahiya cîhanê ji 9 zarokan yek jê di bin siya şer de mezin dibe. Tenê di sala 2015'an de 16 milyon zarok li herêma şer ji dayik bûn. Di raporê de hat diyarkirin ku 75 milyon zarokên temenê wan di navbera 3 -18 salî de nikarin biçin dibistanên seretayî û perwerde nabin.
Tenê li Nijerya Rêxistina Îslamî ya Boko Haram hezar û 200 dibistan xera kirine û 600 mamoste qetil kirine. Hat diyar kirin ku di sala 2014an de alîkarî bi 2 milyon û 800 hezar zarokên Suriyê û Rojhilata Navîn re hatine kirin. Dîsa li Urdun, Lubnan, Turkiye û Mısırê zêdeyî 600 hezar sarok piştgiriya derûnî girtine.
(mae)