DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Bi hevre tespît kirin dê bi hevre çareser bikin

 
6 Tîrmeh
09:11 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Navenda Piştevaniya Jinê ya Îştar a Mêrsînê û Hewldana Psikologan a Mezopotamyayê bi boneya pirsgirêkên jinên koçber tespît bikin û çareser bikin dest bi kampanya hevdîtinan kirin. Di kampanya 2 mehan de bi 300 malbatan re hevditin kirin û bi 500 jinan re rû bi rû hatin cem hev.


Navenda Piştevaniya Jinê ya Îştar a Mêrsînê û Hewldana Psikologan a Mezopotamyayê ji bo pirsgirêk û daxwazên jinên koçber bi hevre tespît bikin kampanya dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de di 2 mehan de 300 malbat ziyaret kirin û bi 500 jinan re rû bi rû hevditin kirin. Berdevka Hewldana Psikologan Newal Guzel, diyar kir ku wan bi hevre pirsgirêk tespît kir û dê bi hevre çareser bikin. Jinan taxa Çîlekê wekî taxa pîlot hilbijart û di nava 2 mehan de xebatên xwe meşandin. Berdevka Hewldana Derûnînasan Newal Guzel, diyar kir ku dema nû dest bi vê xebatê kirin goti gelo dê bendewariya welatiyan ji bo wan çi be û bi fikar dest pê kirin û wiha got: "Me got gelê em dê karibin bibin alîkarên wan. Em ji aliyê malbatan ve pir germ hatin pêşwazîkirin. Lê di ziyaretan de em rastî gelek bûyerên xemgîn jî hatin. Gelek daxwazên jinan hebûn. Bi taybetî daxwazên piştgiriya derûnî hebûn.

Guzel, anî ziman ku taxa Çîlek taxek dijwar e û wiha got: "Ji bo me qebûl bikin û me nas bikin demek dirêj derbas bû. Em rastî çîrokên cuda yên jinan hatin. Jin ji aliyên hevserên xwe ve rastî tundiyên cuda tên. Bi taybetî li vê taxê ciwan zêde tiryakê bikar tînin. Me jinan bi hevre û di nava şêwirmendiyê de pirsgirêk tespît kirin û me dê bi hevre çareser bikin.
Em dê li taxê ji bo jinan atolyeyên perwerdehiyê vekin. Em dê kargeriyan vekin. Em dê bi hevre proje û bernameyan bidin pêş xwe û em dê bi hevre texin meriyetê."

Xebatkara Navenda Jinan a Îştarê Ozgur Deniz Oban jî anî ziman ku anî ziman ku berî ew malbatan ziyaret bikin û bi jinan re têkevin nava dan û stendinê jinan tundî tenê wekî fîzîkî bi wate dikir û piştî hevdîtinan êdi bêtir wate dan tundiyê. Oban, da zanîn ku piştî wan li ser tundiyê sohbet kirin gelek jinan êdî itîraf kirin ku bi salan rastî tundiyê tê. Oban, destnîşan kir ku pêdiviya jinan bi rê û rêbaza têkoşînê heye û dê çi çawa û ji bo çi bikin divê li ser vê yekê plansaziyê pêk bînin û jinan teşwîkî xwendinê bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN